Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bo destbiserkirina fermandeyên Hizbullahê xelatê dadinê

14:15 - 11 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Amerîkayê ragehandiye ku ewê 12 milyon Dolarî bidin wan kesên ku bikarin zanyariyan li ser du fernadeyên Hizbullahê bidin wan.

Beşa Hevahengkirina Karûbarên Xebata li Dijî Terorîzma Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de ragehand ku her kesê du fermandeyên Hizbullahê yên bi navên “Telal Hemiye” û “Foad Şokor” radestî wan bike, yan zanyariyên wisa bide wan ku bibe sedema destbiserkirina wan, wê 12 milyon Dolarî bide wan.

Koşka Spî jî di daxuyaniyekê de tevî terorîst binavkirina Hizbullahê ragehand: Niha dema wê ye ku civaka cîhanî di hemberî Hizbullahê de bisekine.

Hizbullaha Lubnanê ku saziyeke siyasî-leşkerî ya Îslamîst a Şî`e di Lubnanê de ye, di destpêka sala 1980`î de de, li ser bingeha îdeolojiya îslama siyasî ya Xomêynî hate avakirin, û ji aliyê rejîma Îranê ve piştevaniya malî jê tê kirin.

Rejîma Îranê bi vê piştevaniya malî û locistîkî û perwerdeya leşkerî wan ji bo gihîştina bi armancên xwe bi kar tîne, ku yek ji wan armancan jinavbirina neyaran bi riya terorkirinê ye.

Welatên wekî Amerîka, Hulend, Behrêyn, Mîsr, Otrîş (Nemsa), Kanada, Yekîtiya Ereb, û Îsraîlê Hizbullaha xistine nava rîzbenda girûpên terorîst de. Lê Yekîtiya Ewropayê, Niyozlend û Birîtanyayê, tenê çiqa leşkerî ya Hizbullahê xistine nava rîzbenda girûpên terorîstî de.