• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-18 / 1396-08-27   

Endamekî PDKÎ di bûyerek hatinûçûnê de jiyan xwe ji dest da

2017-10-26 / 1396/08/04 - 11:46 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Endamekî PDKÎ di bûyerek hatinûçûnê de jiyan xwe ji dest da
Kurdistanmedia: Bi sebeba bûyera dilgiran a hatûçûnê di bajarê Tehranê de, endamekî PDKÎ jiyana xwe ji dest da.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 2`ê Xezelwer a 1396`an endamekî PDKÎ yê bi navê “Usman Emînî” xelkê Nodşe bi sebeba bûyera hatûçûnê li ser cadeya di navbera bajarên Tehran – Sawe de, canê xwe ji dest daye.

“Usman Emînî” pêştir pêşmergê PDKÎ bûye, û bi hindek sedemên xasmanî li ser îcazeya hizbê vedigere hundirê welat.

Navbirî heyanî dawiya jiyana xwe wefadar bi rê û armacên hizbê mabû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî û dilgiraniya xwe ji ber jidestdana wî endamê xebatkar yê hizbê nîşan dide, û xwe şirîkê xema xizm û kes û karên wî dizane.

بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 313 Dî wê hejmarê de:

-Hevpeyvînek digel sekreterê giştî ê PDKÎ derheq stratejiya nû ya Amerîkayê di hemberî Îranê de
-Rewayiya çek û rewayiya xelkê
-Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din