Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka Spî: Tramp daxwaza hevdîtinê ji Ruhanî nekiriye

13:40 - 31 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Koşka Spî roja Duşemiyê ew îdiaya rejîma Îranê ret kir ku meha borî Tramp daxwaza hevdîtinê ji Ruhanî kiribe.

Sara Hakbî Sindirz berdevkê koşka spî bi NBC ragehand ku Tehranê derev kiriye.

Nûçegihaniya Fars di raporekê de belav kiribû, ku serkomarê Amerîkayê di Civata Giştî ya NY de daxwaz kiribû ku Rûhanî bibîne.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karê Derve ê rejîma Îranê roja Yekşemiyê di konferanseke çapemeniyê de ragehand: Amerîkayê daxwazeke bi vî awayî ji me kir, ku serkomar ew daxwaza wan ret kir.

Tramp destpêka meha Octoberê rêkevtina navikî ya Îranê ret kir, û pêdagirî kir li ser cardin sepandina tehrîman li dijî Îranê.

Di sala 2013`an de Obama û Hesen Rûhanî di dema sefera serkomarê Îranê bo Amerîkayê, pêwendiyeke telefonî encam dabûn.

Çend dehik dibe ku pêwendiyeke bi vî rengî di navbera serkomarên Amerîkayê û Îranê de tunebû.

Heya niha çendîn carî serkomarê Amerîkayê ragehandiye ku rêkevtina navikî bi Îranê re, xiraptirîn rêkevtin bûye, û rakirina tehrîman li ser rejîma Îranê destê wan zêdetir vekir bona destêwerdanên navçeyî, bi awayekî ku niha di hewla têkdana aramiya hemû herêmê de ye.