Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

UNSCO: Di deh salên borî de 930 rojnamevan di asta cîhanê de hatine kuştin

21:23 - 31 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Rêkxirawa zanistî-rewşenbîrî ya NY amara kuştina rojnamevanan li raserî cîhanê de, di heyama deh salên borî de belav kir.

Rêkxirawa zanistî-rewşenbîrî ya NY (UNSCO) li bajarê Bon ya Alman ragehand ku di heyama salên 2006-2016`an, 930 rojnamevan li sertaserî cîhanê hatine kuştin, û sedan rojnamveanên din jî birîndar bûne.

Li gora amara UNSCO`yê tenê di sala borî de, 102 rojnamevanî jiyana xwe ji dest dane, ku ji vê hejmarê zêdetir ji 94 kes ji wan rojnamevanê xwecihî bûn.

Ew rêkxiraw ku ser bi UN`ê ye, di raporekê de Efxanistan, Mekzîk, Yemen, Îraq û Sûriye di refa herî pêşê ya wan welatan de nav biriye, ku di wan welatan de metirsî li ser canê rojnamevanan hebûye, û zêdetirîn rojnamevan tê de hatine kuştin.

Îraq di sala 2016`an de, wekî welatê herî bixwîn bo rojnamevanan hatiye binavkirin, ku zortitîn rojnamvean tê de hatine kuştin.