Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûna hebestvanekî ji ber sansorkirinê

19:34 - 8 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Helbestvan û xwedî îde yê Îranê, li hember paşxistina belavkirina helbestên xwe, nerazîbûna xwe anî ziman.

Li gora rapora malpera “Radio Zemaneh”, Se`îdelî Salihî helbestvan û xwedî îde, di roja Dûşemî 6`ê Oktobra 2017`an, nivîsek belav kiriye û gotiy ku helbesta bi navê “Sirûda Riha Mezin” (Sirod Rohê bizorg) helbesta her nû a wî ye ji bo Saziya bi navê “Nigah” ku ji bo pêdaçûnê şandiye, û ev çend meh in ku tu bersivek jê re nedane.

Helbestvan Salihî zêde kiriye ku: Wezareta Îrşadê û beşa pêdaçûna pirtûkan bi çi mafekê, îzna belavkirina pirtûka min nedane, xelkê Îranê pêşwazyekî baş ji pirtûkên wî helbestvanî dikin û navbirî di nivîsekî de jî gotiye ku ew bi çi mafekî digel jiyana me dilîzin? Ma lêkolerên pêdaçûnê heta çi astekî dibe ku wan pirtûkan rastî astengan bikin, û ev jî di devranekî de ku îdiaya azadiya raderbirîn dikin.

Se`îdelî Salihî heyanî niha zêdeyî 20 pirtûkan û helbestan di Îranê de nivîsiye û belav kiriye, û herwiha navbirî xwediyê derbazbûyiyekî di navenda Mamostayên Nivîskar di Îranê de jî bûye.

Li gora gotina navbirî Wezareta Îrşadê ji bo hemû berhemên wî asteng dirust kirine, û wî ragehandiye ku bi xistina givaşan û asteng diruskirina ji bo hemû berheman nikarin wî mandî û bêhêvî bikin.