Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan tenê ye, û bangewaza bo azadiyê bê bingeh e

15:20 - 12 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: “Mes`ûd Barzanî” serokê berê yê Herêma Kurdistanê, di gotûbêja digel kanala “CNN” a Amerîka de got ku bangewaza civata navdewletî ji bo azadî û demokrasiyê bê binema ye.

Barzanî di gotûbêja digel Kanala “CNN” a Amerîka de ragehandin ku: Encama referandomê bes maneyek bûye ji bo êrîşkirina ser Kurdistanê, û ev êrîşa bi çekên Amerîkî bo ser Kurdistan û pêşmergan hatiye encam dan, me mafê Demokrasiyê di piroseya referandomê de piraktîze kir, û me wisa hesab dikir ku encamnedana referandomê xesara vê bo kurdistanê, zêdetir dibe.

Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistanê, di vê gotûbêjê de derheqê bangewaza civata navdewletî de got ku: bangewaza civata navdewletî ji bo azadî û demokrasiyê bê binema ye, û derkevt ku Kurdistan tenê ye, û hewce ye ku neteweyên bindest û serkutkirî hemû demî girêdayî bi hêza xwe bin.

Mes`ûd Barzanî di demên derbazbûiyî de jî, bas ji vê yekê kiribû ku, me wisa hesab dikir ku civata navdewletî hesabê ji bo qurbanîdana Kurd dike, û Bexda jî wefadar dibe, lê mixabin me dît ku her di vê demê de, hemû hewla wan ev bû ku vê derfetê box we bi karî bînin.

Di rêkevta 7`ê Xezelwera 1396`an de, “Mes`ûd Barzanî” serokê berê ê Herêma Kurdistana Başûr, bi awayê fermî dest ji posta serokatiya Herêma Kurdsitanê hilgirt û deshilata wî jî hat parvekirin.