Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm arteşê paksazî dike

15:53 - 12 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku niha zêdetir ji her demekê xwe di metirsiyê de dibîne, kesên nêzî hizra Spahiyan dike fermandeyên arteşê.

Rayedarên rejîmê bo veşartina vê paksaziyê, di dema guherîna fermandeyan de bas ji “hemdilî” û “yekdengiyê” di navbera arteşê û Spahê de dikin.

Fermndeyê nû ê arteşê Ebdulrehîm Mûsewî ku axavtina xwe ya destpêkê bi baskirina ji yekîtiya di navbera arteş û spahê de bas kiriye, diselimîne ku hewla Xamineyî paksaziya arteşê ye ji wan kesên ku naxwazin nêzî spahê bibin.

Di kiryareke bêsabiqe de, bo yekem car di nava arteşa Komara Îslamiya Îranê de, çar fermandeyên “hêza deryayî” bûne endamê Sitada arteşê, ku pêştir efserên hêza “bejahiyê” ya asrteşê rola serekî tê de hebûn.

Herwisa deryavan Hebîbulla Seyarî piştî deh salan ku fermandê hêza deryayî bû, bo Sitada arteşê hate veguhastin, û bû cihgirê hemahengkirina arteşê.

Çavdêr û şarezayên karûbarên leşkerî radigehînin ku dana berpirsayetiyê bi fermandeyên hêza deryayî, û vêdedana fermandeyên hêza bejahiyê û girîngînedana bi fermandeyên hêza esmanî cihê baldan û lêfikirînê ye.

Bi taybetî eva ku Ebdulrehîm Mûsewî fermandê arteşê di axavtina xwe de bas ji yekîtiya di navbera Spah û arteşê de kiriye, û ragehandiye her kesek ji zimanê arteşiyan ve tiştenê binûse, ku bibe sedema pêkhatina nakokiyan, çi bizanebûn be, yan berevajî, ew yek dikeve xizmeta dijmin de.