Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behereyn: Îranê boriya petrol me teqandiye

16:01 - 12 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Behreynê ragehandiye ku destê terorîstên ser bi rejîma Îranê di teqandina boriya serekî ya nefta wan de hebûye.

Wezîrê Navxwe yê Behreynê ragehand ku belge di destên wan de hene ku bi vê xirabkariyê, terorîstan xwastine hem berjewendiyên me ên neteweyî û hemi jî silametiya xelkê me bikin armanc.

Di daxuyaniya şêx Raşid bin Ebdullah Xelîfe de hatiye ku ew teqîn mînaka dawiyê ya wan kiryarên terorîstî ye ku pêwendiya rasterast ya wê bi Îranê re heye, û Îran xet dide wan.

Roja Şemiyê danê sibê bû ku ragehandinên giştî nûçeya teqandina boriya serekî ya Behrêynê belav kirin.
Ew teqîn li nêzî gundê Borî di 15 km ya Menamê paytexta Behreynê de rû da.

Nûçegihaniya Royterzê ragehandiye ku di sala bê de, boriyeke nû ya petrolê bi şiyana şandina 350 hezar bermîlên petrolê di rojê de di navbera Behreyn û Erebistanê de wê pêk bê.

Ji dema serkutkirina rabûna Şî`eyên Behreynê ji sala 2011`an ve, girûpên Şî`e operasiyonan li dijî hêzên ewlehiya wî welatî encam didin, ku Behreyn dibêje destê Îranê tê de ye.

Îran hertim her cure destêwerdana di nava karûbarên Behreynê û welatên din ên Erebî li derdora Kendawê de ret dike.

Piraniya xelkê Behreynê Şî`e ne, lê deshlatdariya wê di destê Suniyan de ye.