Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xûşka şehîd Dr. Şerefkendî koça dawiyê kir

14:53 - 16 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: “Zeynebxanim Şerefkendî” li bajarê Mehabadê de koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê roja Çarşemiyê 25`ê Xezelwera 1396`an “Zeynebxanim Şerefkendî” xûşka şehîd Dr. Şerefkendî sekreterê pêşîn ê PDKÎ û herwisa Ebdulrehman Şerefkendî naskirî bi mamosta “Hejar” nivîskar, werger, lêkoler û helbestvanê neteweya Kurd di bajarê Mehabadê de, bo hertim dilê wî ji lêdanê ket.

Navbirî jineke xwedî îrade û îman, xwediyê hesteke neteweyî ya bilind û cihê baweriya xelkê bû. Termê “Zeynebxanim Şerefkendî”li xaneqaya Şêxê Borhan, li rex tirba bav û bapîrên wê, di nava koma xelkê bajarê Mehabadê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat, xizm û kesûkarên navbirî dike, û xwe şirk û hevparê xema wan dizane.