Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bas ji kuştina Qasim silêmanî dike

20:33 - 26 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Yek ji Fermanderên artêşa Îsraîlê gotiye ku em dikarin Qasim Silêmanî bikujin.

Hikohîn yek ji fermanderên berê yê artêşa Îsraîlê di gotûbêja digel Kanala I “I 24” de gotiye ku, Qasim Silêmanî fermanderê Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li rêzbenda armancên yek alî kirinê ên Îsraîlê de ye, ku eva jî bi kuştina wî temam dibe.

Navbirî di vê derbarê gotiye ku, Têlavîv dizane ku çavan wan karan encam bide, çimku wan di demên borî de jî karên wiha encam dane û serkevtî jî bûne.

Navbirî di vê lêkdanê de, basa vê yekê jî kiriye ku, Qasim Silêmanî û baskê wî yê ewlekariyê dibe armanca lêdanê ji aliyê Îsraîlê ve, bona yekalîkirina kêşeyan, û pêdagirî jî kiriye ku bi lêkirina serê mar hemû aliyek wê asûde bin.

Wî jinêralê Îsrasîlê di vê axavtina xwe de bas ji vê kiriye, ku rejîma Îranê gellek sînor derbaz kirine, û niha di qonaxeke nû de ye, lewra hewce ye ku sînoran derbaz neke, hekî wî karî encam bide, emê ji wan re sînor diyarî bikin, çimku em xwediyê hêzeke veşartî ne, û heyanî niha rejîma Îranê hest bi vê hêza me nekiriye.

Navbirî bas ji vê yekê jî kiriye ku welatê Îsraîlê li hember hereketên Hizbullahê de dilnîgeran in, û hêzên rejîma Îranê li nêzîk ve çavdêrî dike.