Kurdistanmedia: Îdareya Heraseta Perwerdeya Mazenderanê, bi awayekî nihênî daxwaz ji birêveberên xwendinghên Mazenderanê kiriye, ku dersxwanên xeyrî ŞÎ`e bilez bi wan bidin nasandin.
Bexşnameya Îdareya Heraseta Perwerdehiya Mazenderanê ku biryara sîxoriya li ser dersxwanan û eşkerekirina baweriyên wan dide, rîzbendek ji navê mekteb û mesebên xeyrî Şî`e ji xwendingehan re şandiye, û daxwaza tejîkirina vê rîzbendê kiriye, da ku zanyariyên tewaw li ser dersxwanên xeyrî ŞÎ`e di ber dest de hebin.
Ew bexşnameya ku tê de çavdêriya baweriyên şexsî ên dersxwanan û malbataên wan dike, bi awayekî nihênî û veşartî ji xwendingehên parêzgeha Mazenderanê re hatiye şandin, û birêveberên xwendingehan neçar kirine bi sîxorîkirina li ser dersxwanan, û malbatên wan.
Di xişteya Îdareya Heraseta Perwerdehiya Mazenderanê de, navê mekteb û mesebên xeyrî Şî`e bi vî awayî hatiye: “Sunî, Wehabiyet, Derawîş, Beyiyet, Mesîhiyet, Kelîmî, Zerdeştî, Îsmaîliye, Hucetiye, Mekteba Quran, Îrfanên Kazib, Şeytanperestî”.
Li ser bingeha vê bexşnameyê, hekî xeyrî Şî`e hebin, dibe nav û paşva, navê bav, û jimareya nasnameya wan di rûpela taybet de bêne nivîsandin, ku digel vê bexşanmeyê hatiye şandin.
Di vê nameyê de pêdagirî hatiye kirin ku hekî xeyrî Şî`e di xwendingehan de jî tunebin, dibe bersiva vê bexşnameyê bê dan, û hekî bersivê nedin, eva birêveberê xwendingehê di hember de berpirsyar e.