Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtîgehên Tirkiyê ji Kurdan tejî bûne

13:19 - 28 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di demekê de ku bi hezaran endamên HDP`ê di girtîgehên Tirkiyê de ne, Tirkiye radigehîne ku pêwendiyên wan digel Kurdan baş in.

Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim di panêlekê de ragehand: Ew tenê şerê terorê dikin, hekî ne ew bo Kurdan baş bûne. Lê navbirî bas ji vê nekir ku girtîgehên xwe tejî kirine ji endamên HDP û li serveyî hemiyan jî her du hevserokên HDP Demîrtaş û Fîgen Yoksegdax, ku bi awayê aştiyane û medenî bergiriyê ji armancên gelê xwe dikin.

Herwisa wî cardin navê Herêma Kurdistanê wekî îdareya Bakûra Îraqê bi nav kir, û êrîşî ser giştpirsiyê kir, û ew yek bi biryareke şaş da zanîn.

Herwisa wî di demekê de bas ji başbûna hikûmeta xwe digel Kurdan kir, ku çavê wan ba nagre ku deshilateke serbixwe ya Kurdî di cîranetiya xwe de, di Başûra Kurdistanê de bibînin, û derheq Rojavaya Kurdistanê de jî, çi ji destê wan tê, bona têkbirina vê deshilata Kurdî dikin. Bi taybetî ku niha amadekariyan bo êrîşa li ser Efrînê dikin, ku herêmeke stratejîk ya Rojavaya Kurdistanê ye.

Çend rojan berî niha jî Erdoxan hewl da ku Tramp razî bike, bi devberdana ji piştgiriya leşkeriya YPG`ê, û piştre jî di medyayên xwe de belav kirin, ku Tramp qewl daye ku alîkariyên xwe bo wan ragire, lê duh Pintagonê rasgehand ku digel vê ku ewê di alîkariyan de hinek guherînkariyan bikin, lê ew berdewam dibin li ser alîkariyên xwe yên leşkerî bi YPG`ê re.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne, ku ew siyaseta Tirkiyê ya derheq Kurdên Tirkiyê û beşên din ên Kurdistanê wê bandoraeke rasterast li ser dengên AKP`ê di hilbijartina bê de wê bike, û Tirkiyê jî hest bi vê yekê kiriye.