Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliya di “Beyta Rêberî” de bêdadiyê dike

14:42 - 29 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Gendeliya di Îranê de gihîştiye astekê ku niha beşeke girîng ji nûçeyên aborî ên girêdayî Îranê li ser gendeliya di nava organên hikûmetî û di nava kesayetiyan de ye.

Derheq gendeliya ku niha êdî hemû cendekê deshilatê dagirtiye, malpera “Keyhanê Lenden” raporeke têrûtejî belav kiriye, ku di beşeke wê de hatiye: “Hekî heya duh, tenê nûçeyên derheq destpîsiya malî di rûniştinên taybetî û bi dizî ve dihatin baskirin, û gellek caran rengê gotegotê bi xwe ve digirtin, lê niha bi awayekî giştî ne tenê ji aliyê xelkê ve, belkû ji aliyê kesên ser bi hikûmetê ve tê baskirin, û destewajeyên wekî destpîsiya malî û rantxwarî, êdî bûne destewajeyên asayî di nava hemû xelkê Îranê de. Herwisa kesayetiyên siyasî eşkerekirina destpîsiyên malî ên hevdu wekî karteke bihêz bona lêdana hevdu bi kar tînin”.

Di vê navberê de çend salek dibe, ku gendelî di nava “Beyta Rêberî” de jî ketiye ser zar û zimanan, û kes nine ku nezane yek ji navenên girîng ên gendeliyê di nava rejîmê de Beyta Rêberî ye.

Êrîşa li ser gendeliya di “Beyta Rêberî” de, destpêkê bi êrîşa Ehmedînijad dest pê kir, û Ehmedînijad digot ku avakerê destpîsiya malî di “Beyta Rêberî” de Refsencanî ye.

Dijberên Refsencanî gotineke Refsencanî kiribûn baştirîn hêcet bo êrîşa li ser Refsencanî û wekî belge li dijî Refsencanî bi kar dianîn.

Refsencanî di axavtineke xwe de weha gotibû: “Hinde bas ji destpîsiya malî û diziyê nekin, û morala xelkê têk nedin. Dema ku em bendavekê ava dikin, û 10 milyard dibe xercê wê, renge 500 Milyon jî bihê dizîn, lê ew bendav bo welat dimîne, û tu kes nikare ji vê bendavê diziyê bike”.

“Keyhanê Lenden” di doma vê rapora xwe ya li ser gendeliyê dinivîse: “Dewrana Refsencanî dewranek bû ku texa lawaz û desteng a civakê di bin çerxên bernameyên wê de pelixîn, û gilî û gazindeyên derheq rewşa xirap ya aborî ya xelkê Îslamşehrê bi awayên herî tund hatin serkutkirin”.

Di rastî de dezgeha emniyetî ya serdema Refsencanî bi fermandehiya Felahiyan, îzna nefeskêşanê jî nedida rexnegirên rewşa xirap ya aborî.

Yek ji kesên herî xwedînifûz di nava “Beyta Rêberî” de Mihemed Husên Hicazî kurê Esxer Hicazî ye, ku ew belgeyên li ser wî derheq gendeliyê belav bûn, selimandin ku tu nikarî bas ji gendeliyê bikî, lê bas ji destpîsiya malî ya di nava “Beyta Rêberî” de nekî.

Esxer Hicazî piştî avakirina Wezarta Îtila`atê di sala 1363`an de, bû alîkarê vê wezaretê bo karûbarê derve. Navbirî niha wekî kesekî destrastê Xamineyî çav lê tê kirin, û nûnerekî rexnegirê dewleta Rûhanî bi navê Mêhdî Kûçêkzade di meclisê de bi eşkere bas ji vê kir, ku Bercam tenê ji aliyê Larîcanî, şemxanî û Hicazî ve hate pejirandin, û kesê di meclisê de nekarî qiseyekê jî li ser bike.

“Keyhanê Lenden” di dawiya vê rapora xwe de dinivîse: “Bi belavbûna belgeyên li ser Esxer Hicazî, êdî yên ku 30 sal bû bas ji bêpariya “Beyta Rêberî” ji gendeliyê dikirin, niha tûşî heyrîmanê hatine. Ew sîsetma ku bi derv bas ji dadaperweriyê dikir, niha êdî nikare van gendeliyan veşêre, û bi xewn û xeyal jî kes nikare li pey dadperweriyê û xebata li dijî gendeliyê di nava rejîma Îranê de bigere.