Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma Pêşmerge di NY de hate nîşandan

20:47 - 29 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Fîlma Pêşmerge ji derhînana “Bernard -Henri Levy” di NY de hate nîşandan.

Şeva borî li binkeya NY di Amerîkayê de, demjimêr 2:30 bi dema Kurdistanê, fîlma Pêşmerge ji derhînana fîlsofê Fransî “Bernard -Henri Levy” di NY de hate nîşandan.

“Bernard -Henri Levy” di gotûbêjekê de ragehand, cîhan hemû deyndarê Kurd û pêşmerge ye, û hewce ye ku di dema herî zû de, cîhan vê deynê bide. Navbirî bas ji vê yekê jî kir, ku Kurd li ser riya rast e, û dîrok û ezmûnê selimandiye, ku di dawiyê de, rastî û dadperwerî ser dikeve.

“Bernard -Henri Levy” di beşeke din ya axavtina xwe de ragehand ku Kurd îxanet lê hate kirin, lê ew rewş berdewam nake, û dadperwerî di berjewendiya Kurd de ye, û di dawiyê de ew rewşa wê di berjewendiya Kurd de be.

“Bernard -Henri Levy” di çend “twitt”an de nivîsandiye: Ewê biselimîne ku ew gotina Kurdî ya ku dibêje “Tenê çiya pişta me ne” rast nîne, û Kurdan gellek dostên navdewletî jî hene, herwisa ew fîlm çirûskeke ronahiyê ye bona vê ku pirsa Kurd bikeve nava NY de.

“Bernard -Henri Levy”: Ew fîlm belgenameya rêzgirtina ji xebata pêşmerge ye.