Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderekî rejîmê gef li derxwanên Kurd dixwe

20:50 - 30 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Fermanderekî Spaha rejîma Îranê li bajarê Seqizê gef li dersxwanên xwendingehan xwariye û givaş xisitye ser wan û ji wan re gotiye dibe ku ev bibine besîc.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, di heyama çend rojên derbazbûyî de, “Şêx Ce`iferî” fermanderê Spaha terorîstî a rejîmê li devera “Mîredêy Gewirk” a girêdaiyî bajarê “Seqizê” serdana xwandingehên navendî û paşnavendî a vê deverê kiriye û ji dersxwanan re ragehandiye ku dibe forma besîc tijî bikin, û her mehê jî 100 hezar Tûmenî bidin wan.

Berpirsên xwandingehan dersxwanan bi vê yekê ditirsînin ku, hekî ev nebine endamê saziya besîc, di pêşerojê de zanîngeh rê nadin ku ev xwendina xwe dom bikin.

Besîc yek ji wan pênc hêzên serekî ên pêkhatî a spaha Pasdarana rejîmê ye, û wezîfeya serekî a vê saziyê, kişandina xelkê ji bo endambûna saziya basic e.