Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîva xelkê Îranê kar nakin

15:16 - 2 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanemdia: Çalakekî kedkarî radigehîne ku karnekirina nîva xelkê Îranê nîşan dide ku Ferq û cudahiya di navbera çîn û qatên civakê de gihîştiye çi astekê.

Çalakekî Kedkarî bi navê Hadî Ubewî ragehandiye ku hinek kes di civaka Îranê de hene ku pêwîstiya wan bi karkirinê nine, û di hember de jî hemû endamên malbatekê neçar in ku bi hev re kar bikin, da ku bikarin bijîwa jiyana xwe bi dest ixin, û ew yek nîşan dide ku rastiyeke tal heye, ew jî hebûna nedadperweriyê û dabeşnekirina dadperwerane ya serwet û samana welat e.

Wî ragehand ku di nava piraniya mabatên desteng de, hemû endamên malbatê bi awayekî kar dikin da ku bikarin jiyana xwe derbaz bikin, û aboriya malbatên wan rastî kêşeyan nehê, lê di aliyekî din de, malbatên wisa hene ku hekî tenê yek kes bo wan kar bike, ew qas dahat hene, ku hewce nake yên din rû li kar bikin.

Ew çalakê kedkarî ku sekreterê giştî ê Konseya Bilind ya Civatên Pîşeyî a Kedkaran e, ragehandiye: Dema ku em dibînin hinek kesan di civakê de hêz û şiyana karkirinê hene, lê kar nakin, nîşan dide ku wan ew qas dahat heye, ku hewce nizanin kar bikin.

Li gora gotina navbirî hekî %10 hiqûqê kedkaran zêde be, lê di hember de nirxa kirîna hewcehiyên jiyanê %100 zêde be, xûya ye ku ew yek çi dadperweriyek tê de nine, û rewşa aboriya xelkê Îranê wê rastî çi kêşeyan bê.