Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derhênerekî Kurd xelata cîhaniya xwe da zarokên ku erdhejê lê dabûn

19:45 - 2 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Zarokekî Kurd yê temen 8 salî ku xelata cîhanî di warê wênekêşandinê de wergiritibû, pêkêşî zarokên ku di bûyera erdheja Kirmaşanê de zirar dîtibûn kir.

Li gora raporên belavbûyî, “Rastîn Ezîmî” ku di pêşbirkêya cîhanî a Ukraynê de, xelata 500 “Dullar”î pere jêre hatibû dan, ev pere ji zarokên ku erdhejê lê dabûn re bexşî.

Rastîn Ezîmî ku di pêşbirkêya wênekişandinê a Urkraynê de, ya ku di meha Çileya Pêşîn a Îsal de bi rê ve çûbû, beşdarî kirbû, û di vê pêşbirkêyê de jî 10 zarok heta beşa dawî a vê pêşbirkê çûn, û di beşa wênekêşandinê de, derheqê zarokên nesax de pileya yekem a vê pêşbirkêyê dest xwe xisitbû.

Vê çavkaniyê bas ji vê yekê jî kiriye ku, xelata Rastîn Ezîmî di warê malî de gellek biqîmet nine, lê di biyavê me`inewî de, di asta navdewletî de gellek binirx e, û bexşîna wê jî ji zarokên zirardîtî ên erdhejê re gellek biqîmet e.

Di vê dema ku karesata erdhejê di Kirmaşanê de çêbûye, heyanî niha piraniya hunermend û lîstikvanên Kurd bi hestekî nîştimanperwerane xelatên cîhanê ên xwe ji hemwelatiyên kurd ên Kirmaşanê re dibexşin.