Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan: Rejîma Îranê her di destpêka avabûnê de şer û aloziyan dirust dike

14:36 - 3 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: “Adil-Elcubeyr” Wezîrê Karûbarê Derve yê Erebistanê, rejîma Îranê bi vê yekê tawanbar kir ku wan Lubnan bi barimte (rehîn) girtiye.


Li gora raporên belavbûyî, Wezîrê Karûbarên Derve yê Erebistanê, roja Înê rewşa herêmê nirxand û bas ji rola têkdana rejîma Îran û Hizbullahê kir û got ku: Rejîma Îranê bi alîkarî û piştevanîkirin ji Hizbullahê, Lubnan bi barimte (rehîn) girtiye, û eva jî di demekî de ye ku Hizbullah saziyeke terorîstî ye.

“El-Cubeyr” di beşeke din a axavtinên xwe de gotiye ku: Hizbullah ji aliyê welateke derve piştevanî jê têkirin û ev welata jî Îran e, çimku rejîma Îranê di destpêka avabûnê heyanî niha di deverê de şer û aloziyan saz kirine.

Navbirî rewşa Lubnanê wiha nirxandiye û tekez jî kiriye ku, heta rejîma Îranê piştevanî ji Hizbullahê bike, aştî û aramî di wî welatî de çê nabe.

Wî berpirsî Si`ûdiya bas ji vê yekê jî kiriye ku, Hizbullah û girûpên terorîstî yên ku rejîma Îranê di deverê de piştevaniyê ji wan dike, tenê xwastekên rejîma Îranê cîbicî dikin, û metirsîdar in jî.

Her di vê derheqê de, “SANA” nûçegihaniya fermî ya rejîma Sûriyê belav kiriye ku, balafirên şer yên Îsraîlê, çend mûşek ber bi binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê ên nêzî bajarê Demişq a paytexta Sûriyê avêtine, û zirara malî jî lê ketiye.

Welatên erebî bi taybet Si`ûdiya û herwiha Îsraîl di demên derbazbûyî de, bi awayê berdewam derheqê destêwerdan û piştevanîkirina rejîma Îranê ji girûpên terorîstî di deverê de hişdariyan didin.