Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûna NATO`yê li hemberî destêverdanên rejîma Îranê

15:38 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hevpêymaniya “Atlantîk a Bakûr” li hemberî destêverdanên rejîma Îranê, nerazîbûna xwe anî ziman, û hişdarî da.

Li gora raporên belavbûyî, “Jens Stoltenberg” sekreterê giştî yê “NATO”yê ragehandiye ku, em li destêvedanên rejîma Îranê di Îraqê de nîgeran in, çimku hereketên rejîma Îranê dibine sebeba nearamiya di deverê de.

“Jens Stoltenberg” bas ji vê yekê jî kiriye ku, li ber destêverdanên rejîma Îranê alîkariyên xwe ji bo Îraqê zêdetir bikin.

Di heyama 6 salên şerê Sûriyê de berpirsên payebilind ên rejîma Îranê, bi taybet Spaha Pasdaran û heta artêşa rejîmê jî di şerê Sûriyê de beşdarî dikin.

Rejîma Îranê bi tenê û rasterast gefeke mezin e li ser deverê û mezintrîn metrsiya vê di vê de ye ku ji riya çekdarên terorîstî yên Hizbullaha Lubnanê û Îraqê, gefan ji aramiya welatên deverê û heta welatên Erebî jî dixwe,.

Welatên deverê, Rojava û Amerîka bitaybet Îsraîl li hember destêverdanên rejîma Îranê, di karûbarên deverê de, û bi taybetî Sûriye û Îraqê de hişdarî ji rejîma Îranê re dane, û herwiha bi sebeba doma destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên welatên deverê de, Wezareta Karûbarên Derve a Amerîka jî navê Spaha Pasdaranê xistiye nava rîzbenda wan aliyên ku piştgiriya terorê dikin.