Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênc hêzên cîhanî ragehandin ku ew piştgiriya Lubnanê dikin

13:56 - 9 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Nûnerên pênc hêzên mezin ên cîhanî digel serokwezîrê Lubnanê di civîna Parîsê de beşdarî kirin, û ragehandin ku nabe Îran û Erebistan di nava karûbarê navxweyî ê welatê Lubnanê de destêwerdanê bikin.

Li gora nûçegihaniya Royterzê, Makron serkomarê Fransayê di dema vekirina vê civînê de got:
“Bona parastina Lubnanê ji dest kirîzên herêmî, hemû partiyên Lubnanê û lîstikvanên herêmê dibe esla bêalîtiyê berçav bigrin”.

Di nava girûpa navneteweyî ya piştgirî ji Lubnanê (GIS) de, nûnerên Çîn, Fransa, Birîtanya, Rûsiye û Amerîkayê hene. Ew welat hemû endamên hertimî ê Konseya Ewlekariya NY ne.

Erebistan ji dest zêdexwazî û zêderewiyên Hizbullahê di Rojhilata Navîn de nîgeran e. Li ser bingeha lihevkirina Taif ku di sala 1989`an de li bajarê Taif de hatibû îmzakirin, girûpên milîşa li Lubnanê de hatibûn hiloşandin.

Roja 4`ê Novamberê bû ku Herîrî çû Riyazê û ragehand ku ewê bi sedema destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên Lubnanê de, dev ji serokwezîriyê berde. Lê digel vê biryara Herîrî Lubnan rastî aloziyeke mezin ya siyasî hat, û bona bidawîkirina vê kirîzê gellek aliyên berpirsyar daxwaz jê kirin ku cardin veger ser karê xwe.

Herîrî di hember de ragehand ku ewê bi vê mercê vegere ser kar, ku tu aliyekî derekî destêwerdanê di nava karûbarê Lubnanê de neke, û Hizbullah jî bê çekkirin, lê di dawiyê de bi vê yekê razî bû ku Hizbullah qewl bide ku di nava karûbarên Sûriye û Îraqê de beşdariyê neke.