Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Kurdpûr” û “Baydemir” Kurdistan di nav dilê wan de ye

14:43 - 16 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: “Xusro Kurdpûr” çalakvanê mafê mirovan piştî axavtinên “Osman Baydemir” ragehandin ku, Kurdistan warê bab û kal û heta-hetayî yê me ye.

Piştî axavtinin “Osamn Baydemir” parlemantar û berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Gelan “HDP” ê, ku li ser Kurdistanê bersiveke tund ji cêgira seroka parelmantoya Tirkiyê re daye, hevdem “Xusro Kurdpûr” çalakvanê mafê mirovan û xelkê Kurdistana Rojhilat jî di peyamekê de ku di torên civakî de belav kiriye, gotiye ku, “heyanî em di Kurdistan de hene, çeperên xebata sivîl a neteweya Kurd nayên dagîrkirin, û Kurdistan warê bab û bapîrên heta-hetayî yê me dibe”.

Roja Çarşemî 22`ê Sermawêza 1396`an, di girte videoyekê de ku li ser rûpela fermî a “Osman Baydemir” belav bûye, cêgira serokê palemantoya Tirkiyê li cihê serokê Parlemanê de rûniştiye, û vê civînê bi rê ve dibe, bi awayê pêkenîn ji Bayemir pirs dike ku “Kurdistan li kuderê ye?” Baydemir jî di bersiva cêgira serokê Tirkiyê de di salona civînên parlemantoya Tirkiyê de destê xwe li ser dilê xwe dadinê, û bi dengekî bilind dibêje: “Kurdistan di nav dilê min de ye”.

Ev bersiva Baydemir nerehetbûna endamên parlemantoya Tirkiyê li pey xwe re aniye, û piştî wan axavtinan, “Xusro Kurdpûr” jî di peyamekê de helwêsteke bivêrane giritye, û di torên civakî de belav kiriye, û dengvedaneke zor hebûye.