Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge hilgirê felsefeya jiyaneke azad û wekhev e

14:37 - 19 Kanûna pêşîn 2017

Peyama Komîsyona Siyasî-Nizamî a PDKÎ bi boneya roja “Pêşmergê Kurdistanê”

Deqa Peyamê:

Hevalên hêja!

Beşdarên birêz ên rêûresma roja “Pêşmergê Kurdistanê”

Pêşmergeyên Cesûr ên Kurdistanê!


Îro 26`ê Sermawezê di dîroka xebata rizgarîxwazane ya Kurd de, rojeke girîng û destpêka guherînkariyeke dîrokî ye. 72 salan berî niha di rojeke weha de, wate di 26`ê Sermaweza 1324`an ya Rojî (1945`an) de bû, ku xelkê serhildêr ê Mehabadê bona ramalîna demûdezgehên serkutkar ên deshilatdar êrîş kirin ser dawî binkeya stemê, wate şarevaniya bajar, û şûnwarên stemê di vê dewera kurdistanê de tune kirin, û alaya Kurdistanê li wir hildan. Bi jinavçûna dawî binkeya deshilata paşatiyê, gelê Kurdistanê çarenivîsa xwe bi dest ve girt, û bi kiryar bû serwerê nîştimana xwe. Di wê demê de, gelê Kurd di Kurdistana Rojghilat ne hêzeke organîzekirî ya çekdarî bû, û ne jî di warê rêkxistinî de bi tewahî digel qewareya rêkxirawê nasyar bibû.

Lê bi derswergirtina ji pêşengên xebata neteweya xwe û li gora bernameya Hizba Demokrat kêm ezmûn lê bibiryar bû, û li jêr rênîşandanên Pêşewa Qazî Mihemed karî ku bilez refên xwe rêk bixe, û ber bi avakirina hêzeke neteweyî ve pêngavan bavêje.

Li gora vegêranên çavkaniyên devkî ên dîroka neteweya me di dema gotûbêja li ser navê Hêza Kurdistanê di dîwana serkomar Qazî Mihemed, basê nav û naznavên cuda dihate kirin, û di kelekela basan de, kesekî derveyî bazineya serkirdayetiya PDKÎ û birêveberiya Kurdistanê pêşniyarekê dide serkomar û hevalên wî û dibêje: Her ji qedîm zeman ve digotne mêrxasan û kesên bicerg Pêşmerge. Di wê demê de hemû beşdaran gotin, eva pêşniyareke bicî ye, lewra hemû vê pêşniyarê qebûl dikin, û navê bilind ê pêşmerge bo endamên Hêza Neteweyî a Kurdistanê hilbijartin.

Bi diyarîkirina navê pêşmerge pêvajoya danîna çarçoveyeke pêşkevtî bo Hêza Kurdistanê jî dest pê kir. Di heyameke kurt de, çiqên xwe di hemû herêmên jêr deshilata birêveberiya neteweyî de belav kir, û wekî hêzeke hevçerx ya xwedîarmanc ya siyasî form girt. Birêveber û fermandeyên pêşmerge ketin jêr fermandehiya giştî de, û li gora pîvanên arteşeke serûber kar kirin, û ew pêngav bo wê serdema Kurdistanê bi bê ezmûna birêveberî û avakirina yekîneyên leşkerî ên serûber guherînkariyeke dîrokî û destpêka yasayîkirina organên deshilatê bû. Bi kiryar jî ew pêngav bû mînaka herî serkevtî ya deshilatdariyê, ku heya niha jî bi kêmî mînaka wê di navçeyên me de têne dîtin, jiber ku hêza pêşmergê Kurdistanê di hemû heyama jiyana Komara Kurdistanê de karî nezm û disiplîn û aramiya navxweyî biparêze, û rê ji alozî û bêserûberiyê bigre, û li gora biryarên serkirdayetiya siyasî ya welat tev bigere. Ji wê demê ve pêşmerge bûye parêzerê nirx û hêviyên neteweyî ên me.

PDKÎ ku şanaziya avakirina yekîneyên destpêkî ên hêza pêşmerge bi navê xwe tomar kiriye, her paş destpêkirina qonaxa nû ya xebata neteweyî li Rojhilata Kurdistanê li sala 1357`an (1979)an, ku di bernameya wê de bû rojek bo emegnasî û rêzgirtina ji nav û yad û bîra pêşmerge diyarî bike, û rewşa zehmet ya xebatê û mijûlbûna hemû rêkxirawên hizbê bi xweragiriya di hemberî rejîma dijîgelî ya Komara Îslamî de, cîbicîkirina vê birarê paş xista, heya eva ku di sala 1363`an (1984)na de, ew derfet pêk hat, û di civîna rêberiya hizbê de roja 26`ê Sermawezê bi sedema rûdana van bûyerên dîrokî ku di vê rojê de pêk hatibûn, ew roj wekî roja “Pêşmergê Kurdistanê” pêşniyar kir, û bi dengê giştî hate pejirandin, û yekem rêûresma roja “Pêşmergê Kurdistanê” di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ li gundê “Gewre Dê” ya Kurdistanê di sala 1984`an de bi rê ve çû.

Ji wê demê ve hemû salekê xelkê Kurdistanê di navxwe ya welat bi belavkirina trakt û posterên taybet bi vê rojê û gellek çalakiyên din rêz ji xortên biemeg û bibawer ên xwe digrin, û di binke û biryargehên hizbê de merasimên taybet bi vê rojê bi rê ve diçin, û ew yek jî hewlek e bo rêzgirtina ji xebt û tekoşîna xortên nîştiman û palderê (handerê) nivşa nû ye bo beşdarîkirin di xebata neteweyî de. Pêngavek ku bandora wê heya heta-heta di dîroka neteweya me de wê zindî bimîne, û dibe çavkaniya hêzê bo berdewamiya xebat heya gihîştina bi hemû mafên neteweyî ên gelê Kurd.

Tevlîbûna deste-deste xortên emegdar ên Kurdistanê digel pêşmergeyên hizbê û hêzên din ên xebatkar ên Kurdistanê, mînaka herî berçav ya bandorên vê pêngava dîrokî ne.

Hevalên Pêşmerge!

Hekî destewajeya “Pêşmerge” her tenê navek, çekek, cilûbergeke leşkerî û zincîreyeke fîşekan bûya, bêguman niha refên pêşmergeew qas zêde bûn ku nedihatin hejmartin. Lê pêşmerge tenê çekhilgirekî birêveberê her fermanekê nine, pêşmerge pêşengê xebat bo jiyaneke baştir bo neteweya xwe ye, wate hevdem digel hilgirtina çekê, hilgirê baweriyeke mirovdostane ya siyasî ye, ku bo nirxên bilind ên wekî wekhevî, mafê takekes û giştî jiyaneke hejî, û dûr ji çewsandin û dûr ji ferq û cudahîdanînê tekoşînê dikin, û her yek ji wan nirxan pêkhînerê qewareyeke siyasî û hizrî ne, ku felsefeya hebûn û jiyana pêşmerge ji jiyana hêzên din ên çekdar ên birêveberê her fermanekê cuda dike.

Pêşmerge hilgirê felsefeya jiyaneke azad û wekhev e, û dîtingeha pêşmerge bo mirovayetî, maf û jiyan û azadî bi tewahî ji dîtingeha hilgirên felsefeya berjewendîxwaz û daxistî, û dugm û kevenparêz cuda ye. Jib o pêşmerge her mirovek xwediyê her reng, zayend, ol, kultur, ziman, yan hilgirê her bîrûbaweriyeke siyasî, fikrî, yan ayînî be, tu cudahiyek di navbera wan de nîne. Ol û ayîn pêwendiya wê bi boçûna takekes ve heye, û di felsefeya pêşmerge de nabe emrazê cudahîdanînê, dana poanan, yan jî zewtkirina maf û poanan ji kes yan pêkhateyekê.

Her bi vê pêkê jî, ziman, kultur, yan cudahiyên din ên berçav û zêhnî, nabin sedema danîna cudahiyan. Vê dîtingehê hêza pêşmerge wisa perwerde kiriye, ku derî bo hemû pêkhate, takekes û girûpekê veke, ku bona rizgarbûna ji dugmbûn û tundrewiyê tekoşînê dimeşînin.

Mînaka pêbendbûna pêşmerge bi nirxên bilind ên mirovahiyê ew qas zaf in, ku rîzkirina tenê beşek ji wan di vir de zehmet e, lê ne tenê gelê Kurd belkû hemû mirovahî îrorojê şahidiyê bo vê dide, ku eva pêşmergê Kurdistanê bû ku di hemberî îdeolojiya bêhngenî ya pirr metirsî bo mirovahiyê, wate dîtingehên Wilayeta Feqîh û xilafeta dînî di forma Komara Îslamî ya Îranê de, û dewleta Îslamî ya naskirî bi DAÎŞ û bîra şovenîstî ya layîk sekinî ye. Ew helwesta gelê Kurd bo hêza pêşmerge bû ku navê bilind ê pêşmerge ji çiyayên serkêş ên Kurdistanê ve bo ser lûtkeya biryardanê di siyaseta navneteweyî de wekî koşka Spî, koşka Êlîze, Kirêmlîn, û baregeha NY biriye, û kiriye navûdengeke bilind ya navneteweyî.

Her ji vê dîtingehê ve ye jî, ku em dibînin jidayîkbûna destewajeya pêşmerge di rastî de jidayîkbûna hêviyekê bû, hêvî bi pêşerojê, hêvî bi azadî, hêvî bi wekhevî û hêvî bi jiyaneke dûr ji bêdadiyê.

Pêşmerge bû sembola azadî, pêşengê jiyaneke cudatir ji jiyana bindestî û mînaka xweragiriyê di hemberî bêdadiyê de. Pêşmerge bû reng û dîmenek nû bo çiyayên serkêş ên welat, û bejna her çiyayekî bilindtir, reh û rîşe kûrtir, hêza xweragiriyê zêdetir û ciwaniyên wê dilrevîntir kir. Ji vê rojê ve ku navê pêşmerge navdar bû, neteweya Kurd jî xatircemiyeke zêdetir peyda kir ku êdî bê kes û bê pişt nine, û her dememkê bixwaze, diakre pêgeha deshilatdaran û zordaran bilerizîne.

Bilindahiya nav û pêgeha pêşmerge, bihêzbûna hêviyên gelê kurd û mirovahiyê û ew erk û wezîfeya giran lê pirr ji şanazî ku hêza pêşmerge û bitaybetî di vê qonaxa hestiyar ya xebata çiya û bajar de, wate “Rasan” a Kurdistana Rojhilat girtiye stûyê xwe, hukm dike ku hêza pêşmerge û her takeke hilgirê navê pêşmerge berî destbirina bo çeka xwe, bîr ji berpirsayetî û pêgeha pêşmerge bike.

Dibe hemû ew nirxên ku parastina wan di Rojhilata Navîn de bi navê bilind ê pêşmerge ve hatiye tomarkirin, û bi vî navî ve tê nasîn, di reftar û îradeya hemû pêşmergeyên me de xwe nîşan bide. Jiber ku pêşmergê Kurdistanê tevî hilgirtina çeka parêzgarî ji nirxên me, pêşerngeke siyasî ye, ku digel vê ku destûr û biryarên sertir ên xwe bi rê ve dibe, di heman demê de, ew takek e ku şiyana hilbijartinê heye, biryarê dide, pak û napak li gora van nirxên ku pê pêbend e, ji hev cuda dike, û di hemberî nedirustiyê de, di her rewşekê de, û li her cihekî be, helwestê digre, û tekoşînê dike.

Îrorojê hevdem digel gelê Kurd, hemû gelên hişyar û serwext ên cîhanê bi hurmet ve, li pêşmerge û wan nirxan dinihêrin ku pêşmerge wan diparêze. Herçend berjewendiyên teng ên deshilatdaran îzin nadin ku neteweya Kurd bi hezkirina xwe, qedera xwe diyarî bike, lê guman di vê de nine ku rasan û xweragiriya hêza pêşmerge, pêşerojeke geş bo neteweya me misoger kiriye, ku dereng yan zû, deriyê azadiyê bo me vedike, lewra dibe ku îrorojê bi xatircemiyeke zêdetir û bi vîneke qahîmtir û bi baweriyeke hesinîn ve pêngavên xwe bo yekxistina şiyanan, û refa nava tevgera civaka Kurd di Kurdistana Rojhilat bileztir bikin, jiber ku neteweya me hêjayî pêşerojeke baştir e, û çavnihêriya vîna hêza pêşmerge bo bidestxistina vê pêşerojê ye.

Rêzdarno!

Herwekî hûn dibînin cewhera “jiyana ebedî” bi giştî xewna hertimî ya mirov bûye. Mirov û bi giştî tu jîndarekê heya niha jî nekariye ku xwe ji bazuneya mirinê rizgar bike, herwekî ku çawa jidayîkbûn dikeve nav xaneya “cebr” de, mirin jî di vê bazineyê de dernakeve, û jiyana heta-hetayî jî xewneke hertimî ye, ku ser nagre.

Lê karvedana mirinê di wateyên jiyanê de dibe hander û sebebkarê vekirîbûna destê mirov bo dariştina pîlanan û terhên domdirêj di jiyana xwe de, bona vê ku cudahiyekê di biyavê wate û naverokê de di navbera (jiyan û mirin) û man û nemanê de bibîne, û ji vê dîtingehê ve, wekî mirovekî derbazbûyî ji bêhêvîtiya bazineya cebra dasepayî, serederiyê digel jiyan û qedera xwe de bike. Zor û cebrê bixe qedeman, û li mirinê bikene, û bêje ku li gora cebra xwezayê ez ji dayîk bûme, û li gora vê cebrê jî ez dimirim, lê eva ez bixwe me ku biryarder im li ser çawaniya mana xwe, û hekî biryar jî be ku cebra nemanê qebûl bikim, eva ezê mirinekê qebûl bikim ku bi qasî cewherê jiyanê be. Eva ez im ku min sînorê tirs û nemanê derbaz kiriye. Eva ez im ku li ew qasê hezkirina li jiyanê, bo asûdeyiya jiyana xwe û neteweya xwe, û bi giştî rehetiya mirov tekoşînê dikim, û hekî di vê rêbazê de canê xwe jî gorî bikin, min tirs nine, û eva ez im ku pêş merg û mirinê dikevim û bi mirinê dikenim, û dibêjim ku ez naznavê pêşmerge xwe re hildibjêrim, û cebra mirinê bi îradeya xwe diyarî dikim, wateyê dibexşim bi mana xwe, û dibêjim ku heta ez heme mirin nine, û hekî ez mirim eva ez wateyê dibexşim nemana xwe, û digihîjim qonaxa hermanê, lê hermanek di naxê vijdana mirovahiya gelê xwe û di naveroka dîrokeke biçirûsk de. Jiyan û mirin, man û neman wateya xwezayî ya xwe ji dest didin, û wekî man û çawa jiyankirinê dibin wateya serekî ya jiyanê. Ew yek jî felsefeya mana nav û pêgeh û hezkirina pêşmerge ye.

Hevalên pêşmerge

Roja we pîroz, Dema we baş, û jiyana we pirr ji şanazî

Yad û rêbaza şehîdên gel û nîştiman, bi taybetî şehîdên Rasanê bilind û bilindtir be

Serkeve xebata rizgarîxwazane û neteweyî ya Kurd

Mirin û neman bo dijminên gelê Kurd, bitaybetî Komara Îslamî

Komîsyona Siyasî-Nizamî ya PDKÎ

26.09.1396
17.12.2017