Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera hemwelatiyên Kurd û rejîmê de derket

20:02 - 21 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Xelkê gundê “Beharlû” a girêdayî bajarê “Qurwe”, li hmberî talankirina Kangeha zêr a “Sarî Gûn” ê nerazîbûna xwe anîne ziman, û di navbera hemwelatiyan û hêza Înitzamî a rejîma Îslamî a Îranê de şer û pevçûn derket.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, hemwelatiyên gundê “Beharlû” a ser bi bajarê “Qurwe” a girêdayî parêzgeha Sine, roja Çarşemî 29`ê Sermaweza 1396`an, li hemberî talankirina Kangeha zêr a “Sarî Gûn”ê ji aliyê rejîma Îranê ve nerazîbûna xwe anîne ziman, û di navbera hêzên rejîmê û hemwelatiyên Kurd yên wî gudî de şer û pevçûn derket.

Xelkê gundê “Beharlû”, ev du roji n ku Kangeha zêr a wî gundî daxsitine û pêşî ji hilincandina wê girtine. Kangeha zêr a “Sarî Gûn” qasî 18 Tonî paşkevta zêr heye, û rejîma Îslamî a Îranê jî hilincandina vê kangahê radestî kompaniyeke “Qezaqistanî” kiriye, da ku di heta heyama heft salan li ser vê kangeha zêr kar bike.

Li gora zanyariyan, parêzgeha Sine li ser hev 36 ton paşkevtên jêr erdî heye, ku dike ji sedî 10 a hemû zêrê welat, û hêjayî gotinê ye ku ev kangehane li du bajarên Qurwe û Seqizê de ne.

Ev yeka di demekî de ye ku, ev çavkaniyên zêr yên di wê deverê de, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, têne talankirin, û heta hemwelatiyên wan deveran ji bo karkirinê jî di wan kangehên zêr de bêpar in, û jiyana wan gellek bizemetî tê îdarekirin.

Destbiserdegirtin û talankirina çavkaniyên jêr`erd û ser`erdê yên Kurdistan, siyaseta qirêj a hertimî a rejîma dagîrker a Îranê bûye, ku heyanî niha jî di Kurdistana Rojhilat de her dom heye.