Kurdistanmedia: Berdevkê Dezgeha Dadweriyê di civîneke çapemeniyê de, bersiva pirsên derbarê axavtinên van dawiyane ên Ehmedînijad da, û got ku Ehmedînijad kêşeya derûnî heye.
Muhsiniyê Êjêyî berdevkê Dezgeha Dadweriyê ragehand ku ew rexne û hawar-hawarên wan bi her niyetekê ve bin, nikarin pêşiya me bigrin. Eva ku heya niha min çi kiryarek li hemberî gotinên Ehmedînijad de ji xwe nîşan nedaye, bizanin ku sedemek û hikmetek tê de heye.
Di van hefteyên dawiyê de, kêşe û nakokiya di navebra Ehmedînijad û hevalên wî digel Dezgeha Daweriyê gihîştiye asta herî jor.
Ehmedînijad di dawî vîdyoya belavbûyî de, Sadiq Larîcanî wekî “Xasib” bi nav kiribû, û ragehandibû ku xelk, wî naxwazin û nerazî ne, û hebûna wî bo welat û sîstema wan zirar heye.
Pêştir Ehmedînijad oltîmatomeke 48 demjimêrî dabû Larîcanî, ku hekî dosiyeyek li dijî wî û hevkarên wî heye bila belav bike.
Êjêyî herwisa di bersiva rexneyên Mecîd Ensarî ji rûhaniyên reformxwaz li derbarê guhdarîkirina telefonên xelkê de got: guhdarîkirina pêwendiyên telefonî ên xelkê pêwendiya wê bi Wezareta Îtila`atê ve heye, û li jêr çavdêriya dewletê de bi rê ve diçe.