Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan: Rejîma Îranê terorîzimê berfirehtir dike

14:07 - 25 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Nûnerê hertimî yê Erebistanê, di saziya NY de, di konferanseke rojnamevanî de got ku rejîma Îranê terorîzmê berfirehtir dike.

Malpera “El-Neşr” a Erebî di raporeke xwe de belav kiriye ku, “Ebdulla Mu`elim” nûnerê hertimî yê Erebistanê di saziya NY de, di konferanseke rojnamevanî de, gotiye ku: Erebistan bi hemû hêza xwe li hember destêverdanên rejîm a Îranê di deverê de wê bisekine.

“Mu`elim” di axavtinên xwe de bas ji vê yekê jî kiriye ku: Rejîma Îranê êrîş dike li ser welatên Erebî û em jî bi awayê tund û dijwar li hember vê kiryara rejîmê disekinin.

Navbirî herwisa derheqê vê yekê de jî axiviye û gotiye: Berpirsên rejîma Îranê bi eşkere piştevanî ji girûpên terorîst dikin, û em jî dibe ku di hember vê kiryara rejîma Îranê de bisekinin, çimku destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên welatên weke Sûriye, Lubnan, û Yemenê de, berfirehkirina rasterast a terorîzmê ye.

Hevdem Mu`elim gotiye ku: Rejîma Îranê piştevaniya malî ji girûpên tundrew dike, û bo mînak Hizbullah ku ji aliyê Tehranê ve tê pişevanîkirin, û ji vê riyê ve rejîma Îranê şerê mesebî di deverê de dirust dike.

Di beşeke din a vê konferansê de, nûnerê hertimî yê Erebistanê di saziya NY de, bas ji vê yekê kiriye ku: Em di asta dîplomasî (gotûbêjan) de, li dijî wan kiryarên rejîma Îranê gavan davêjin, û digel welatên din yên ku li dijî rejîma Îranê ne, dibin alîkar.

Destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên navxweyî yên deverê de bi awayê berdewam, nîgeraniya wan welatan li pey xwe aniye, û hişdarî dane vê rejîmê.