Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yelda li çiyayên Kurdistanê bilind hate ragirtin

20:35 - 25 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Hêza Taybet a PDKÎ şeva jidayîkbûna pêxemberê aştiyê bilind ragirtin.

Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia cihgir li Hêza Taybet ji çiyayên Kurdistanê ragehand: Pêşmergeyên Hêza Taybet bi boneya şeva Yeldayê, şeva jidayîkbûna Dr. Qasimlo rêûresmek bi rê ve birin.

Li gora vê raporê, di vê merasimê de, berpirsên siyasî û leşkerî ên Hêza Taybet beşdarî kirine.

Di destpêka vê merasimê de, Saman Şîweselî pêşmergê Hêza Tyabet peyamek bi boneya şeva Yeldayê xwend.

Piştre Mistefa Menaf yek ji berpirsên pêşîn ên Hêza Taybet wekî sembola temenê Dr. Qasimlo moma 87 sale ya temenê Dr. Qasimlo pêxist.

Piştre çendîn stran û çend parçe helbestên pêwendîdar bi şeva Yeldayê, ji aliyê pêşmergeyan ve pêşkêşî beşdarbûyiyan hate kirin.
Ew merasim bi stran û vegêrana gotinên xweş bi dawî hat.