Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Alberto Nisman” xwe nekuşt, belkû hate kuştin

21:27 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Ji bo yekem car jî dadgeheke welatê Arjantînê eşkere kir ku dozgerê berê yê dosiya “Amya” a Arjantînê xwe nekuştiye, belku ev kuştine.

Dozger “Julián Ercolini” roja Sêşemî 5`ê Befranbarê ragehandin ku: Li gora dawî belgeyan, dozgerê berê yê dosiya teqîna navenda Cihûyên “Buenos Aires”ê, a naskirî bi “Amya”yê, di rêkevitna 18 Jaunvya 2015`an de hatiye kuştin.

Termê Nisman di halekî di avahiya xwe de hatibû peydakirin, ku biryar wisa bû ku di roja din, di kongireya wî welatî de li dijî serkomarê wê demê yê Arjantînê şahdiyê bide, navbirî ragehandibû ku hin belge di destê wî de hene ku vê rastiyê derdixe ku “Cristina Fernández” ji ber îmzekirina hindek rêkevtinên bazirganî hewl daye da ku rejîma Îranê bi tometa desthebûn di teqîna Amya de bê alî nîşan bide.

Di sala 1994`an, li serdema desthilatdariya terorîstê mezin ê rejîma Îranê “Elî Ekber Haşmiyê Refsencanî” de teqînek di navenda Cihûyên “Buenos Aires”ê de çê bû, ku zêdeyî 80 kesî bi vê sebebê hatin kuştin, û zêdeyî 300 kesên din jî birîndar bûn, piştî demeke kurt hate ragehandin ku berpirsên mezin ên rejîma Tehranê biryarderê serekî yê vê kiryara terorîstî bûn, ku ji riya Hizbullaha Lubnanê ve, li jêr fermanderiya “Îmad Muxniye” de hate encamdan.

Piştî çend salan lêkolînên polîs û dezgeha Dadweriya Arjantinê, di sala 2007`an de, dozgeriya giştî a wî welatî daxwaza binçavkirina 9 kesan bo mînak “Haşmiyê Refsencanî” û “Elî Ekber Wilayetî” ji înterpolê kir.

Her di pêwendiyê de, Întêrpolê daxwaza binçavkirin û lêpirsîna “Elî Felahiyan” Wezîrê wê demê yê îtila`ata rejîmê, “Muhsin Rizayî” fermanderê giştî yê wî demî yê Spaha Pasdaranê, û “Ehmedriza Esxerî”, birêveberê sêyem ê berê yê balyozxaneya rejîmê di Arjantînê de, Ehmed Wehîdî fermanderê berê yê Spaha terorîstî a Quds, “Muhsin Rebanî” kargirê berê yê balyozxaneya rejîmê û “Îmad Muxniye”, serokê wê demê yê navenda operasiyonên taybet ên Hizbullahê kir.