Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê Pirtûkên olî yên Cihûyan ji nav dibin

21:18 - 28 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hêzên serkutker yên rejîma Îslamî a Îranê, bi êrîşkirina bo ser Kinîseyên Cihûyên bajarê Şîrazê, dest bi wêrankirina avahiyên pîroz yên Cihûyan kirine, û bêhurmetî bi ola pîroz a wan kirine.

“Corc Haruniyan” yek ji çalakvanê civaka Cihûyan di gotûbêjekî de ragehandiye ku: Hêzên rejîmê bi êrîşkirina bo ser Kinîsaiya Cihûyan a bi navê “Hadaş” a ku di devera kevna Cihûyên bajarê Şîrazê de ye, ev avahiyî wêran kirine, û pirtûka pîroza Tewratê ku pirtûka pîroz a Cihûyan e ji nav birine, û pirtûkên olî yên din jî xistine nava avdestan (wc) de, û bêhurmetiyeke mezin bi vê olê kirine.

“Corc Haruniyan” bi givaşxisitnên dijwar ên ewlekariyê bo ser Cihûyan di Îranê de îşare kiriye, û gotiye ku:
Hemwelatiyên Cihû di bajarê Şîrazê de, bi sebebên ewlekariyê amade nînin heta bi telefonê jî di pêwendiyan de bin, û heta berpirsên leşkerî îzin nedane wêne yan jî girte vîdeoyekî ji vê bûyerê bigirin.

Her di vê pêwendiyê de, federasiyonên Cihûyên Îranî-Amerîkî di daxuyaniyeke hevpar de, êrîşa bo ser Kinîseya Cihûyan di bajarê Şîrazê de û bêhormetîkirin bi pirtûkên pîroz yên olî şermezar kirine, û ji ber encama vê kiryara hêzên rejîmê, nîgeraniya xwe anîne ziman.