Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwefiroşekî rejîmê, gihîşte sizaya kiryarên xwe

21:21 - 28 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanemdia: Yek ji xwefiroşên girêdayî rejîmê, di bajarê Mehabadê de, gihîşte sizaya kiryarên xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, xwefiroşekî ser bi Sapaha Pasdaran, yê bi navê “Cemal Cehanaram” xelkê gundê “Guptepe” a girêdaiyî bajarê Mehabadê, kete ber êrîşa gulleyên kesên nenaskirî.

Li gora vê nûçeyê, ew xwefiroş, sê roj berî niha, dema ku ew ji yek ji talarên bajarê Mehabadê vedigeriya mala xwe, ji aliyê çend çekdarên nenaskirî ve teqe jê tê kirin, û bi dijwarî birîndar dibe, û bilez navbirî ji bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê dişînin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di vê derbarê ragehandiye ku, rewşa wî xwefiroşê girêdaiyî rejîmê gellek xirab e, û niha li jêr çavdêriya pîzişkî de ye.

Her di vê derbarê de, nûçegihanê“Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, di dema êrîşkirina bo ser wî tawanbarî, keçeke navbirî ya bi navê “Lavîn” jî tê kuştin.

“Cemal Cehanaram” xeyrî xwefirotin û sîxorîkirin û piştkirin li neteweya xwe, di salên derbazbûyî de, weke xweşxizmetkirina ji bo rejîmê,û serwet û samanê, bibû yek ji wan kesên kirêgirtî, ku di hemû pîlanên Îtila`atê yên li dijî xebatkar û xelkên asayî de, beşdarî dikir.

Di heyama çend salên derbazbûyî de û bitaybet piştî ragehandina xebata nû a Rojhilata Kurdistanê, a naskirî bi “Rasan”ê, hemwelatiyên bêzarbûyî yên Kurd di Rojhilata Kurdistan de, ji her derfetekê mifahê werdigirin, da ku tawanbarên wiha bigihîjin sizaya kiryarên nemirovî yên xwe.

Di heyama du salên derbazbûyî de, ciwanên nîştimanperwer û bihelwest yên Kurd li jêr navên “Bazên Zagrosê” çendîn çekdarên rejîmê siza dane, ku dest hebûne di cinayetên rejîmê yên li dijî gelê Kurd de.