Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê: Girîng e ku em ji meşên aştîxwazane di Îranê de piştevaniyê bikin

13:47 - 30 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hevdem digel duyem roja birêveçûna meşên nerazîbûnê li dijî hikûmeta Îranê, û rewşa aborî di bajarên curbicur ên Îranê de, “Paul Ryan” serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê roja 8`ê Befranbarê (29`ê Desamberê) daxwaza piştevaniya ji van meşên medenî kir.

Di destpêkê de, roja Pêncşemiyê bajarên Meşhed, Nîşabûr, Kaşmer û şahrûdê şahidê meşên nerazîbûnê li jêr navê “Ne bi giraniyê” bûn, lê ew meşên nerazîbûnê roja Înê di hejmareke bajarên din de jî, herwisa dom hebûn, û hinek vîdeoyên belavbûyî di torên civakî de, piştrast dikin ku li Kirmaşan, Tehran, Qûçan, Îsfehan, Reşt, Ehwaz û Qumê de jî bi rê ve çûne.

“Paul Ryan” di hesaba xwe ya twitterê de nivîsandiye ku: “Eva girîng e ku em ji meşên nerazîbûnê ên aştîxwazane piştevaniyê bikin”.

“Paul Ryan” zêde kiriye ku ew yek encama reftara rejîmê ye , ku bedela çareseriya kêşeyên hevwelatiyan, piştevaniya saziyên terorîstî dike.

Her di vê derheqê de, “Tom Cotton” senator komarîxwaz jî daxwaza piştevaniya ji meşên nerazîbûnê di Îranê de kir.

“Tom Cotton” di daxuyaniyekê de, siyasetên rejîma Îranê di navçeyê de bi tundî rexne kirin, û ragehand: “Ayetullahên hakim bi ser Îranê de, heta piştî vê ku, bi milyardan Dolarî di encama rakirina tehrîman de bi dest xistin, nekarîne hewcehiyên destpêkî ên xelkê dabîn bikin, renge sedem ew be, ku gellek ji vî pereyî bo şerê li Sûriye, Lubnan, Îraq û Yemenê xerc kirine.

Karnasên warê aboriyê dibêjin ku malbatên kêmdahat û çînên hejar û lawaz, gellekî di bin zexta aborî de ne, û tu dûredîmenekê ji bo derketina ji rewşa aborî de, ji xwe re nabînin.