Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm hêzên “mudafi`ê Herem” bo serkutê bi kar tîne

15:17 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Spaha Quds daxwaz ji Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar kir ku li dijî serhildanên xelkê hêzên naskirî bi “Mudafi`ê Herem” bi kar bînin.

Serbarê vê daxwazê, Spaha Quds daxwaz ji arteşê jî kiriye, ku dibe xwe amade bikin, da ku hêzên xwe bişînin cihê hêzên naskirî bi “Mudafi`ê Herem”.

Tê gotin ku ew biryar demekê hate girtin ku Husêyn Sacidîniya alîkarê beşa operasiyonan ya Hêza Întizamî di raporeke nihênî de nivîsandibû, hekî ew serhildanên xelkê berdewa bikin, Hêza Întizamî ya Îranê nikare wan serkut bike.

Beşek ji wan hêzên ku Spaha Quds daxwaza vegerandina wan bo Îranê dike, ser bi Hêza Fatimiyon û Zêynebiyon in.

Ji aliyekî din ve mehekê berî niha Hifazeta Îtila`atê di nameyeke veşartî de, ji bo Mûsewî fermandê arteşê, ragehand ku nerazîbûna pirsonelê wan, seba rewşa xirap ya bijîwa jiyanê, karkirin wan lawaz kiriye, û amade nînin wekî caran biryaran cîbicî bikin.

Seba vê ku malbatên Arateşî û Spahiyan ji xelkê asayî ne, rejîm bi zehmet dikare wan li hemberî xelkê de bo serkutkirinê bikar bîne, ew jî serkuta vî xelkê ku pişta wan li jêr barê giranî û bêkariyê de kûr (xwar) bûye.