Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navçeya Pîran ya ser bi Pîranşarê de rû da

23:17 - 3 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê li navçeya Pîran êrîşî ser gundê Zêwe ya Pîran kirin, û çend mal wêran kirin.

Li gora nûçeya gihîştî “Kurdistanmedia”yê, hêzên rejîmê digel hêzên xwe yên kirêgirtî, roja Çarşemiyê 13`ê Befranbarê demjimêr 3`ê piştînîvro êrîş kirin ser gundê Zêweya Pîran, ya ser bi Pîranşarê, û bi awayekî hovane digel xelkê serederî kirin.

Di vê êrîşê de, “Pêşmergeyên Bajar” li hemberî hêzên rejîmê de dest vekirin, û bi êrîşeke berevajî (parastina rewa) derbeke bibandor li hêzên rejîmê û kirêgirtiyan dan.

Li gora zanyariyan, hêzên rejîma Îranê çend malên xelkê asayî bi tewahî wêran kirin, û di vê pevçûnê de, hejmareke berçav ji hêzên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin, ku li gora zanyariyên destpêkî, termê şeş kuştiyên hêzên rejîma Îranê bo nexweşxaneya Pîranşarê veguhastine.

Zanyariyên zêdetir û hûrtir, piştre emê ragehînin.