Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbata “Xamineyî” revîne bo Tirkiyê

15:30 - 4 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi sebeba berfirehbûn û domhebûna nerazîbûnên xelkê Îranê, malbat “Xamineyî” welatê Îranê bi cih hêlan, û ber bi Tirkiyê ve revîn.

“Alexsander Shomili” karnasê Rûsî di warê Rojhilata Navîn de, nerazîbûnên wê carê yên ku di bajarên Îranê de bi rê ve dicin, şibihande serhildariya gelên Îranê di sala 1357`an de, ku encama wê bû sedema herifîna desthilatdariya “Pehlewî”.

Navbirî gotiye ku: Li gora wan nûçeyên ku gihîştine destên me, di bajajrên Îranê de xelkekî zêde çek li dijî melayan hilgiritine, û gellek ji destê melayan aciz û nerhet in, û her ev rewşa jî bûye sebeb, da ku malbata “Elî Xamineyî” rêberê rejîma Îranê, ji tirsa tolvekirina xelkê, Îranê bi cih bihêle, û di welatê Tirkiyê de akincî bibin.

Hevdem digel serhildanên xelkên Îranê, piraniya welatan û bi taybet Amerêkayê, bi awayê micd( rasterast) piştevaniya xwe ji xelkê nerazî li dijî desthilatdariya Îranê nîşan dane, lê Rûsiya ku rejîma Îranê weke hevalbendê strateîjîk ê xwe di deverê de dizane, heyanî niha mat maye, û tu helwêsteke wê tunebûye.