Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Frédéric Tissot”: Dr. Qasimlo mamostayê min bû

20:14 - 6 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Frédéric Tissot” yek ji dostên herî nêzîk ên Dr. Qasimlo û PDKÎ di bernameya “Pencemor” a Rudawê de, bas ji vê kir, ku Dr. Qasimlo mamostayê wî bû, û ew ji riya Dr. Qasimlo ve şarezayî çand, kultur, û dîroka Kurdan bûye. Wî got ku Dr. Qasimlo kesekî gellek rêzdar bû, çend ziman dizanîn û bi Fransiyeke gellek baş qise dikir.

“Frédéric Tissot” derheq yekem dîtina xwe û Kendal Nezan serokê Enstîtuya Kurd li parîsê got: “Min di sala 1980`î de yekem car Kendal Nezan dît, û wî daxwaz ji Rêkxirawa me kir ku em wekî pizîşk serdana Îranê bikin, jiber ku Kurdan kêşeya nebûna pizîşkan hebû, û eva bû ku me sê pizîşkan serdana Kurdistana Îranê kir.

Pêşmergeyan em ji sînor derbazî Kurdistana Îranê kirin, û derbazbûn wê demê gellek bizehmet bû. Yekem kes fermande Nebî Qadirî fermandê pêşmergeyên PDKÎ bû, ku ez pêre nasiyar bûm, û ew kes kesekî gellek jêhatî bû”.

Wî derheq yekemîn hevdîtina bi Dr. Qasimlo re got: “Ez şeş mehan di nava pêşmergeyên PDKÎ de mam, û min xizmeta wan di warê pizîşkî de kir. Wê demê şevekî em nêzî şikevtekê bûn ku çend endamên Deftera Siyasî li wir bûn, dema ku di şeveke tarî de, em çûne nava vê şikeftê de, kesekî bi zimanê Fransî bixêrhatina me kir, û got: “bixêr bên pizîşkno”. Ez veciniqîm, û tûşî şokê bûm, ku gelo eva kî ye ku weha Fransî dizane, belê ew Dr. Qasimlo bû”.

Di roja 9`ê Xezelwera sala borî de, dema ku heyetek ji Komîsyona Ragehandinê ya PDKÎ di rêûresma perdevêdedana li ser pirtûka nû ya “Frédéric Tissot” li jêr navê “Mirovek li ser piyan” beşdar bibû, navbirî di vê merasimê de ragehandibû: “Ez hêvîdar im ku bikarin hertim di nava van hevalên xwe de bim, û xizmeta Kurdan bikim.

Ez vê pirtûkê pêşkêşî Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî dikim, ku mezintirîn dost û mamostayên min bûn.

“Frédéric Tissot” pêştir di civînekê de bi çavên pirr ji rondik gotibû: “Herçend mala min heya goristana Pirlaşêz 300m e, lê min şîret kiriye ku piştî mirina min, min li cem hevriyên min ên mêjîn Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi axê bispêrin, da ku heta-heta ez digel wan bim”.

“Frédéric Tissot” di tîma Pizîşkên Bêsînor de, di dema bûyerên tall û terajidî ên dehika 80 û 90`î a Zyînî de, gellek alîkariyên mezin û jibîrnekirî bi Kurdên Başûra kurdistanê kirin, û wekî pizîşk di nava binkeyên PDKÎ de, xizmetên binirx bi pêşmergeyên vê hizbê kirin.

“Frédéric Tissot” derheq referandoma Kurdistana Başûr berî birêveçûna referandomê, di “twitt”ekê de nivîsandibû: “Dostên min ên Kurd! tu carî vê xencera ku “Henry Kissinger” di sala 1975`an de, piştve li we xist, ji bîr nekin.

“Frédéric Tissot” hertim gotiye ku, ew xwe wekî yek ji pêşmergeyên PDKÎ dizane, û şanaziyê pê dike.