Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryarnameya piştgirî ji rabûna neteweyên Îranê hate pejirandin

21:19 - 10 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kongireya Amerîkayê hevdem digel 14.emîn roja meşên dijîhikûmetî di Îranê de biryarnameyek bo piştevaniya ji rabûna neteweyên Îranê pejirand.


Roja Sêşemiyê 19`ê Befranbarê, Meclisa Nûneran a Amerîkayê, biryarnameya pêşniyarî ya du nûnerên payebilind ên Komarîxwaz bi navên “Ad Roys” serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û “Koyn Mik Kartî” rêberê Komarîxwazan bi 414 dengan pejirand.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ê Meclisê derheq pejiranda vê biryarnameyê de got: Li ser me hewce ye ku em piştevaniyê bikin ji wan kesên ku jiyana xwe xistine metirsiyê de, û li dijî rejîma Îranê dixebitin. Herwisa wî daxwaz ji kompaniyên teknolojî û torên civakî kir, da ku alîkariya xelkê Îranê bikin bona gihîştina bi azadî û dadperweriyê.

Ew biryarnameya ji dewleta Amerîkayê daxwaz dike ku bi sepandina tehrîmên armancdar, bersiva binpêkirina berdewam ya mafê mirovan bide, û ji dewletan û saziyên demokratîk bixwaze ku bi awayekî zelal piştgiriyê bike ji mafê xelkê Îranê bona gihîştina bi jiyaneke baş di civakeke azad de.