Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîkayê: Eva cara dawiyê dibe ku helavîstina tehrîman berdewam dibe

15:27 - 13 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku Trump ragehand bo cara dawiyê ye ku ew helavîstina tehrîman li dijî rejîma Îranê dubare dike, kongireya vî welatî jî piştgiriya vê biryara Trump kir.

Yek ji endamên kongireya Amerîkayê bi navê “Bob Corker” senator Komarîxwaz û serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ên Senayê di twittekê de nivîsand:
Ez fikir dikim ku hemû Amerîkayî armanca wan ya hevbeş ragirtina rejîma Îranê be, bona vê ku nekare çeka etomî bi dest bixe.

Wî herwisa got ku li ser daxwaza serkomar min digel tîma ewlehiya neteweyî ya Koşka Spî û hinek ji hevkaran di Senayê de ku ji herdu hizban pêk hatibû alîkarî kir, da ku em bikarin riyekê bona nehêştina şaşiyan peyda bikin, bêy vê ku em pêbendiya Amerîkayê bi rêkkevtina navikî binpê bikin.

Serokê Nomîteya Karûbarê Derve ya Kongireya Amerîkayê “Id Royse” jî ji partiya Komarîxwaz di Fox Tv de tevî berevanîkirina ji kiryara Trump got: Dewleta berê ya Amerîkayê ne tenê li hemberî gef û metirsiyên rejîma Îranê de nesekinî, belkû perê next (kash) jî da wan.

Wî got: Em şahid bûn ku xelkê Îranê di meşên nerazîbûnê de digotin ku rejîm vî pereyî nade me, dide girûpên terorîstî di Sûriyê de, û dide Hizbullahê.

“Ilyot Engel” endamê payebilind ê Komîteya Karê Derve ya kongireya Amerîkayê ji Hizba Demokrat a Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragehand: Rejîma Îranê gef e, hem bo herêmê û hem jî bo xelkê xwe, û tu carî nabe ku çeka mavikî bi dest bixe, û got: Berdewamiya li ser ragirtina tehrîmên Îranê, biryareke dirust e.

“Ted Cruz” senator Komarîxwaz jî di daxuyaniyekê de nivîsand: Biryara Trump di vê derheqê de ku cardin êdî amade nabe, berdewam be li ser ragirtina tehrîman, biryareke baş û di ciyê xwe de bû.

Wî got: Rêkkevtina navikî ya Obama digel rejîma Îranê karesat bû, ne tenê nabe sedema pêşîgirtina ji rejîmê bona destpêregihîştina wê bi çeka navikî û teknîka mûşekî, belkû pere (dirav) jî kire para wan.

Lewra Komarîxwaz nabe tu carî îznê bidin ku rejîma Îranê bi diruşma mirin bo Amerîkayê û metrisiya li ser canê bi milyonan Amerîkayiyan bigihîje çeka etomî.

Wî got riya baş ew e ku dawî bi rêkkevtina Obama digel rejîma Îranê bihêt, û niha kongireyê derfeta vê heye.

Di beşeke din ya daxuyaniya navbirî de hatiye: Îro rojê bi milyonan kesî li dijî hikûmeta wehşî û serkutkar ya rejîma Îranê ne. Xelkê Amerîkayê dige we ne. Em jî li dijî rejîma hov ya axûndan in, û di vê riyê de, bona gihîştina bi azadiyê, emê pişta we bigrin.

“Marco Rubio” senator Komarîxwaz ê Filorîdayê jî di twittekê de nivîsan: Em nikarin îznê bidin ku rêkkevtina binpêkar ya Obama emraza herî bihêz ya tehrîmê rake, ku rakirina van tehrîman dibe sedema binpêkirina zêdetir ya mafê mirovan, berfirehkirina pirogramam mûşekî û piştgiriya ji terorîzmê ji aliyê rejîma Îranê ve.

“Leonard Lance” endamê Komarîxwa ê Kongiresê ji herêma “New Jersey” li ser biryara Trump nivîsand: Siyaseta min ya pêş hemiyan ew e ku ez ji xelkê Îranê bergiriyê bikim, rêkkevtina lawaz sererast bikim, destdirêjîkaran û terorîstan û piştevanên wan ceza bikim. Dibe hevalbendên Amerîkayê jî alîkar bin, û çalakiyên şerxwazane yên rejîma Îranê metirsî li ser hemû cîhanê heye.

Zerîf Wezîrê Karê Derve ê rejîma Îranê jî piştî vê biryarê ragehand: Em bo tu awayî gotûbêjan li ser vî rêkkevtinê nakin.

Hêjayî basê ye ku Hinek ji rayedarên Amerîkayî ser vê baweriyê ne ku hekî Amerîka ji vê rêkkevtinê derkeve, welatên Ewropayî amade nabin hevkariya Amerîkayê bikin bona zext û givşxistina li ser rejîma Îranê bona berçavgirtina mafê xelkê nerazî.

Herçend di rastî de heya niha jî, ji bilî weşandian daxuyaniyên nerm, me di piraktîkê de çi helwesteke micid ji Ewropiyan nedîtiye, ku bibe sedema desthilgirtina rejîma Îranê ji serkuta neraziyan.

A: Şehab Xalidî