Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclisa rejîmê jî nikare hejmara kuştiyan veşêre

14:17 - 16 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endameke meclisa rejîmê radigehîne ku her rojê naveke nû yê kuştiyên meşên nerazîbûnê di girtîgehan de eşkere dibe, û ew yek wan nîgeran dike.

Perwanê Selehşûr endama meclisa rejîmê tevî ragehandina vê ku hejmara kuştiyan di girtîgehan de her roj zêdetir dibe, û ew yek cihê nîgeraniyê ye, ragehand jî, ku Saziya Girtîgehan berpirsyar e di hemberî canê girtiyan de, û diber bersivder be.

Wê ragehand ku ew dixwazin serdana girtîgehan bikin, û girtî çi siyasî bin yan ne siyasî, Saziya Girtîgehan berpirsyar e di hemberî parastina canê wan de.

Perwanê Selehşûr di bersiva vê pirsê de ku gelo wan serjimêriyeke rast ya hejmara kuştiyan di ber dest de heye yan na, got: Mixabin em nizanin hejmara rast ya wan çend e, lê em dixwazin ser dosiyeya wan kar bikin, ji Sîna Qenberî ve bigre heya Saro Qehremanî, da ku sedema mirina wan zelal be.

Serbarê vê ku Mehmûd Sadiqî serokê feraksiyona “Şefafsazî” (zelalkirinê) a meclisa rejîmê ragehandiye ku 40 kes ji nûnerên Dezgeha Dadweriyê nameyek ji serokê meclisê re şandine, û daxwaz kirine ku girûpeke serbixwe pêk bê, da ku lêkolînê li ser sedema mirina girtiyan bike, lê Elî Muteherî cihgirê serokê meclisê, û Mihemed Kazimî cihgirê serokê Komîsyona Dadwerî ya Meclisê, ragehandin ku daxwaza wan di vê derheqê de bê encam maye.