Kurdistanmedia: Di dirêjahiya çalakiyên tebilîxî yên endam û alîgêrên hizbê, şeva derbazbûyî gund û bajarên Kurdistan, bi posterên taybet bi Komara Kurdistanê, hatine xemilandin.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgêrên PDKÎ, di bajarê Seqiz û gundên weke, Parsaniyan, Tîkanlû, Qozlûyî Sofel û Çapan, bi awayekî berfireh çalakiyên tebilîxî encam dan, û tirakit û postêrên taybet bi wê rojê belav kirin.
Herwiha şeva 27`ê Befranbara 1396`an, endam û ciwanên Demokrat, di gundê Alyawê a Şinoyê de, bi boneya 72.emîn, salroja avabûna Komara Kurdistanê, çalakiyên tebilîxî encam dan.
Li gora wê nûçeyê di sê cihên gundê “Alyawê” weke Mizgevta gund, nîvek û destpêka gund de, sê alayên mezin a Kurdistanê, hildan; Herwiha bi siloganên pêwendîdar hemû kolanên wî gundî xemilandibûn, û ji aliyê xelkê wî gundî ve jî bi rengeke bê hempa pêşwazî jê hate kirin.
Têkoşerên Demokrat di bajarê Pawe de jî, di cihên weke kolanên Hûlî, Bilwar, Serdere û Tepe Kûlê tirakt û postêrên pêwendîdar bi salroja avabûna komara Kurdistanê belav kirin.
Ji aliyeke din ve, di 29`ê Befranbar a 1396`an de, xelkê dilsoj ên gel û PDKÎ, di bajarê Bane de, cihên weke, hemberî Binkeya leşkerî(Kelenteriya 12), Riya Silêmanî, Talara Çopî, Serpird û şeqama Silêman Beg, çalakiyên tebilîxî ji bo pêşwazîkirin ji salroja avakbûna Komara Kurdistanê encam dan.
Qehremanên Demokrat herwiha di deftera nûnerayetiya zanîngeha Azad a Îslamî a bajarê Sine de jî bi vê bûneyê çalakiyên tebilîxî lidar xisitin.