Kurdistanmedia: Ji bo rêzgiritin ji salroja avakirina “Komara Kurdistanê”, merasimek bi wê boneyê ve di Navenda 3 ya Kurdistanê (Cêjnekan) de, hate lidarxistin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, roja Duşemî 2`ê Rêbendana sala 1396`an, bi beşdariya kadr, pêşmerge û malbatên pêşmergên PDKÎ û hin mêhvanan, merasima 2`ê Rêbendanê ya salroja avakirina “Komara Kurdistanê”, di Navenda 3 ya Kurdistanê (Cejnekan) de, hate lidarxisitin.
Rêûresmê bi sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî, ji bo rêzgirtin ji riha paqij a şehîdan û bi taybet şehîdên “Rasanê” dest pê kir.
Piştre Sidîq Derwîşî berpirsê Navenda 3 ya Kurdistanê bi boneya roja 2`ê Rêbendanê, peyamek pêşkêşî amadebûyiyên vê rêûresmê kir.
Di beşeke din a wê rêûresmê de, helbestvan mamasota “Bêbeş”, helbestek pêşkêş kir.
Ji aliyekî din a wê rêûresmê de, peyama Yekîtiya Ciwanan û Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Şaho Ehmedî” ve hate xwendin.
Piştre sirûda bi navê “Hat 2`ê Rêbendanê”, ji aliyê “Osman Rehmanî” û “Siyamend Şabûyî” ve hat pêşkêşkirin.
Herwiha di beşeke din a wê rêûresmê de, zarokên Navenda 3 ya Kurdistanê, sirûda bi navê “Rêbendan” pêşkêşî xelkên beşdar di wê rêûresmê de kirin.
Piştre çend stran ji aliyê “Ferheng Xizirî”, “Nizam Secadî” û “Osman Rehmanî”, bi alîkariya koma mozîk a hizbê hatine pêşkêşkirin.
Di dawiyê de, Rêûresm bi govend û dîlana giştî dawî pê hat.