Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka derheq pirograma mûşekî ya Îranê daxwaza civînê dike

21:31 - 27 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Balyoza Amerîkayê di Saziya NY de, ji welatên endam di Şêvra Ewlekariyê de daxwaz kiriye da ku li ser programa mûşekî ya Îranê lêkolîn û gengeşê bikin.

“Nikki Haley”, Balyoza Amerîkayê ya di Saziya NY de, roja Duşemî 9`ê Berfanbara 1396`an de, di Washingtonê de, ji welatên endam ên di Saziya Ewlekariyê de daxwaz kir da ku, derheqê mûşekên Îranê û paşmayiyên wan mûşekan ku ji aliyê girûpa Husiyên Yemenê ve, ber bi Erebistanê ve hatine avêtin, civînekî lidar bixin.

Ev civîna ku digel “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê wê bê lidarxistin, Amerîka dixwaze ku hin belgeyan, derheqê bernameyên mûşekî ên Îranê , bitaybet ew mûşekên ku, ji aliyê Îranê we ji Husiyan re hatine şandin,ji Şêvra Ewlekariyê re bide eşkerekirin ku, rejîma Îranê bi rêkevtinnameyên navneteweyî pêbend nine.

“Nikki Haley” di meha derbazbûyî de, di konferanseke çapemeniyê de, piştî avêtina mûşekên balistîk ji aliyê Husiyên Yemenê ve bo Erebistanê ragehandibû ku, ew mûşekane di esmanê Erebistanê de hatine teqandin, û paşmayiyên wan jî ketine destê artêşa Erebistanê de, û ev jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dirustkirin û ji bo çekdarên Husiyan hatine şandin.

Ew mûşekane arm û nîşana girûpa pîşeyî (sen`etî) ya bi navê “Şehîd Baqiriyan” li ser in, û ew jî girûpeke ku girêdayî Wezareta Parastina rejîma Îranê ye. Amerîka ku rejîma Îranê sebeba serekî a nearamiyê di deverê de dizane, wê rejîmê bi binpêkirina rêkevtinnameya cîhanî tawanbar dike, û hewl dide da ku, bi wan belgenemeyan biselmîne ku rejîma Îranê, hem bo deverê hem jî ji bo cîhanê cihê metrsiyê ye.