Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duyem hêza Natoyê rastî berxwedaneke bêhemapa ya serdemê hatiye

14:36 - 29 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Duyemîn hêza NATO`yê ku piştî êrîşên xwe yên bejahî û esmanî nekariye armanca xwe bipêke, bona têkşikandina morala berxwedêrên xaka nîştiman, rû li şerê ragehandinî û derûnî kiriye.

Ragehandinên ser bi hikûmeta Tirkiyê ji roja yekem ve bas ji pêşveçûnên berçav ên hêza dikin, û şeva borî jî ragehandin ku wan kariye bi tewahî girê Qestelê bi dest bixin. Arteşek ku duyem hêza mezin ya NATO`yê ye, û dibûya li gora mezinahiya xwe bikarîba niha hemû Rojava jî dagîr bike, ku tenê çend salek e bûye xwedîstatû, lê niha bi bêşermiyeke tewaw ve, bi pêşrewiyeke çend mêtrî dinaze, û vê yekê wekî serkevtineke mezin dihesibîne.

Di hember de jî, roja borî YPG`ê ragehand ku wan gellek cih ji dest wan derxistine, û hemû êrîşên wan hatine têkşikandin. Lê mixabin dîsan jî arteşa dagîrker ya Tirkiyê bi balafirên F16 jin û zarok kirin armanc, û berevjiyên vir û derevên ragehandina wan, ku dibêjin Tirkiye şerê terorê dike, û sivîlan nakuje, gellek sivîl hatin birîndar û kuştin.

Di vê derheqê Salih Muslim endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê TEVDEMê ragehand, ku wan ji Sûriyê re ragehandiye, ku hekî ew nekarin pêşiya vê êrîşa hovane ya dagîrkariyê bigrin, carek din heq nînin ku bas ji parastina serweriya xaka Sûriyê li me bikin. Ew gotinên Salih Muslih û bêhelwesta Beşar Esed nîşan dide ku Beşar Esed serbarê razînebûna bi destêwerdana Tirkiyê, lê li bendê ye ku Kurd, Rojava teslîmî wî bikin. Lê berxwedana bêhempa ya serdemê di Efrînê de nîşan dide, ku wan biryara xwe daye ku serî ji bo tu dagîrkerekî netewînin.

Ji aliyekî din ve kongireya Sûçî jî dest pê pê dike, lê Kurd neçûn Sûçiyê, û Rûsiyê jî bi eşkere ragehand ku Sûçî serkevtî nabe, jiber ku Kurd tê de beşdar nînin.