Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zerdeştiyekî Îranî-Amerîkayî digel hevjîna xwe hukmên giran wergirtine

14:09 - 30 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanemdia: Dadgeha Înqilab a Tehranê kesekî Zerdeştî bi navê “Karin Wefadarî” ku hemwelatiyekî Îranî ye, û îqameya Amerîkayê heye, bi 27 sal girtîgehê, û hevjîna wî bi navê “Aferîn Nîsarî” ku ew jî Îranî ye, û xwediyê îqameya Kanadayê ye, bi tohmetên emniyetî bi 16 sal girtîgehê mehkûm kir.

Navenda Parêzerên Mafê Mirovan radigehîne, ku dagehê ew her du hevjîn, di çiqa 15 ya dadageha Înqilabê de, ku bi serokatiya dadwer Selewatî bi rê ve çû, piştî 17 mehan ragirtina wan bi awayê demkî di detsbisergehê de, biryara danîna wesîqeyeke (bedeleke) 100 milyard Tûmenî bo wan derkiribû.

Şîrîn Îbadî mafnas û wergirê xelata Nobelê ragehand ku serbarê tohmetên din, jiber ku Karin Wefadarî zerdeştî ye, û hevjîna wî Misilman e, ew yek jî wekî tawaneke din dê hesibandin, û herçend navbirî ragehandiye ku ew bûye Misilman, lê zehmet e ku di dadgehê de ew yek bê qebûlkirin.

Şîrîn Îbadî ragehandiye ku berpirsên qezayî di yek sal û nîva derbazbûyî de malbata wan du kesan xistine jêr zextê de, da ku bi çi awayî vê nûçeyê ji bo raya giştî û ragehandinan bas nekin.

Li gor gotina mafnas Şîrîn Îbadî, rejîm dixwaze bi girtina hevwelatiyên xwe yên ku regeznameya Amerîkayê hene, poanan (îmtiyazan) ji Amerîkayê wergire.

Di van salên dawiyê de, çend hevwelatiyên du regeznameyî bi taybetî çend Îranî-Amerîkayî ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatin destbiserkirin, ku hinek ji wan di hepsê de ne, bi taybetî Siyamek Nemazî û bavê wî Baqir Nemazî 81 salî.