Kurdistanmedia: Di demekê de ku xelkê Îranê di rewşeke herî xirab û dijwar a aborî de ne, gotinên rêberê rejîma Îranê ji bo zêdekirina heşîmetê, di destûra karê berpirsên welat de ye.
Li gora rapora nûçegihaniya “Îrna” a girêdayî rejîma Îranê, roja Çarşemî 11`ê Rêbendana 1396`an, “Mihemedelî Necefî” parêzgarê bajarê Elborzê ragehand ku: Dibe hişdariyên rêberê rejîmê, di behs û gengeşeyên derheqê zêdekirin heşîmeta welate de, bibin bingeha darêtina pirogramên kabîneya dewletê.
Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê di 19`ê Rezber a sala 1391`an de gotibû ku hemwelatî nabe zarokên zêde hebin, lê niha dibêje ku ez wî hayamî şaş bûm, û ji xwedayê mezin daxwaz dikim, da ku ji ber vê şaşitiya ku min kiriye, min bibexşe.
Ev gotinên parêzgarê Elborzê di demekê de ne, ku bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîka û welatên din ên Rojavayî li ser Îranê, piranaiya karxane û kargehên pîşeyî û berhemanînê hatine daxistin, û hejmara hemwelatiyên betal û bêkar di Îranê de rojbiroj zêde dibin.
Serbarê rêkkvetina navikî a di navbera rejîma Îranê û welatên Rojavayî de, heyanî niha tu guherînek di rewşa aborî a Îranê de, di berjewendiya xelkê Îranê de nehatiye dîtin.