Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniyayê ji rejîma Îranê daxwaz kir da ku sizaya îdamkirinê bisekinîne

16:11 - 2 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Konseya Mafê Mirovan a Almaniyayê, îdamkirina ciwanan di Îranê de şermeza kir, û ji vê rejîmê dawxaza sekinandina vê sizaya nemorivî kir.

Li gora rapora nûçegihaniya “REUTERS”, “Bärel Kofler” komîsariyayê Mafê Mirovan a Almaniyayê, roja Çarşemî 11`ê Rêbendanê, derheqê îdamkirina hemwelatiyê bi navê “Elî Kazimî” ku di temenê 15 saliyê de rastî kuştina bizanebûn hatibû, ragehan ku dezgeha dadweriya rejîma Îranê sizaya îdamê bi ser de sepandibû.

Navbirî bi bê haydarbûna parêzerê wî hatiye dadgehkirin, û herwisa egera îdamkirina ciwanekî din yê bi navê “Hemîd Ehmedî” heye, ku ew jî bi kuştina bizanbûn di temenê zarokatiyê de hatiye giritin.

Îdamkirina “Elî Kazimî”yê temen 22 salî, dijkiryarên tund yên Saziya Lêborîna Navneteweyî li pey xwe hebûye.

Saziya Lêborîna Navneteweyî îdamkirina kesên ku, di temenê jêr 18 saliyê de, rastî kuştina bizanebûn tên, wekî binpêkirina mafê mirovan dizane.

Vê rêkxiravê di daxuyaneyekê de ragehandiye ku, îdamkirinên bi vî rengî, binpêkirina rasterast a konvansiyûnên saziyên navneteweyî ye, û eva jî di demekê de ye ku rejîma Îranê jî ev konvansiyûna wajo kiriye.