Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Posterên rejîmê li Urmiyê hatin dirandin

15:48 - 6 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Ew poster û binêrên piropagendeyî yên rejîmê yên pêwendîdar bi wan deh rojên ku ji aliyê rejîmê ve wekî “Dehêyê Fecr” hatiye binavkirin, hatin dirandin û têkdan.

Şêvra Îslamî ya Nazî (Nazlû)yê ku ser bi Urmiyê ye, bi belavkirina daxuyaniyekê ew nûçeya piştrast kir, û ragehand ku herêma wan herêmeke ku gellek ji rejîma xwe hez dikin, û ewê kesên bi gotina wan têkder in, wê bibînin, û radetsî dadgehê bikin.

Ew kiryara xelkê herêna Naziyê nîşana ew qasê bêzariya wan ji rejîmekê ye ku b darê zorê xwe bi ser gelên welat de sepandiye, û dikare doma wan neraziyên çend rojên berê li dijî rejîmê be.

Rejîma Îranê ku pêştir der û dîwar dikirin wêneyên Xomêynî û Xamineyî, êdî niha ji tirsa dirandina wan wêneyan nevêrin wêneyên wan zêde belav kin, û di dema serhildanên giştî de me dît ku çawa wêneyên Xomêynî û Xamineyî hatin şevitandin, û rejîmê ji tirsa de piraniya wan wêneyan kom kirin.