Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stêrkekî fûtbola Îranê, seba wêneyên li “Instagram”ê gef lê hatin xwarin

15:52 - 6 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Du wêneyên “Instagram”ê yên stêrkekî fûtbola Îranê, ew rastî gefên destbiserkirinê ji aliyê navendekî hikûmetekî ve kirin.

Elî Kerîmî perwerdekarê tîma Spîdrûd ya Reştê û stêrkê navdar yê topapê bi belavkirina postekê di “Instagram”a xwe de ragehand, ku wî du wêne belav kirine ku yek ji wan wêneyê aramgeha Kûrûş e, wêneyê din jî du fûtbolîstên Îranî ne, ku di stadyomekê de xwe amade dikin da ku digel rikeberê xwe yê Îsraîlî de rikeberiyê bikin.

Piştî belavkirina vê postê, federasiyona fûtbolê piştrast kir ku navenda “Emir bi me`irûf û nehy ez monker” (vexwandina bo başitiyê û dûrxistina ji xirabiyê) doz li dijî Kerîmî vekiriye. Herwisa federasiyona fûtbolê gef li navbirî xwariye, ku hekî Elî Kerîmî perwerdekarê tîma fûtbola Spîdrûdê cardin wêneyên weha belav bike, ew li gorta yasayê lê xweş nabin.

Kerîmî ragehandiye ku hewce nake aliyên pêwendîdar zehmetê bidin ber xwe, û bên û wî bibin dadgehê, belkû ewê bi xwe bi piyên xwe here wir.

Elî Kerîmî yek ji wan stêrkên fûtbola Îranê ye ku piştî rexneyên tund yên berpirsên hikûmetî, li Mes`ûd Şuca`î û Îhsan Hacsefî bi sedema amadebûna wan bo pêşbaziya digel tîma Mekabî ya Îsraîlê, bi awayekî eşkere ji wan bergirî û piştevanî kir.