Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefan li medyayên dijberî xwe dixwe

21:11 - 6 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, ji bo dirustkirina şerê derûnî, bi gefxwarinên li medyayên dijberî xwe ragehandiye ku, hewce ye kanalên girêdayî Sapaha Pasdaran bêne naskirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, heyameke ku rejîma axûndî bi armanca jinavbirina yekîtî û tebahiya di navbera xelkê Kurd de, dest bi çêkirina şerê derûnî, di torên civakî de kiriye, da ku bikare torên civakî bi qazanca xwe îdare bike.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê bas ji vê yekê jî kiriye ku, bi zêdebûna kanalên Kurdî û bi belavkirina postêr û nivîsên çewt, dixwazin ku ev baweriya xelkê Kurdistanê ku ji dest dane, dubare bi dest ve bînin, lê ewa xeyaleke xav e di mejiyê caş û kirêgiritiyên rejîmê de, û bêguman xelkê Kurdistanê li hemberî wan kiryarên rejîmê de, bê helwêst namînin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di doma rapora xwe de bas ji vê jî kiriye ku, ji bo hemû hevwelatiyan eşkere û zelal e ku, kanalên bo mînak, “KurdPress”, “Dengê Nîştiman”, “Ufuq Kurdistan”, “Kurd Today”, “Nasyonalizma Kurd”, “Şarekem Dîwandere”, “Axerîn Xeber”, “Paygaha Xeberî a Hewall”, “Zirêbar Xeber”, “Rûdaw”, Şarekem Sine û Kurdnews”, dehan malperên din, hemû ji aliyê hin kesên girêdayî rejîmê ve têne birêvebirin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, herwiha tekez jî kiriye ku, di heyama referandoma serbixweyiya Kurdistana Başûr de, wan kanal û malperên girêdayî rejîma Îranê, bi awayê berdewam hewla diruskirina şerê derûnî di torên civakî de dane, û dixwastin ku, rewşa siyasî a navxweyî Kurdistanê, bi qazanca xwe tewaw bikin.

Hevdem di çend rojên derbazbûyî de, qelemfiroşên girêdayî rejîmê, digel “Mihemedhusên Şahrûdî”, nûnerê weliyê Feqîh, di bajarê Sine de civîn pêk anîbûn, û bi fermî ragehandibûn, dibe li dijî medyayên dijberî rejîmê, bi taybet medyayên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û Komelê bisekinin.