Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm “Derawîşên Gonabadî” bi ajantiyê tohmetbar dike

16:02 - 24 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên ewlekarî û pêşnimêjên rejîma Îranê bi hemû awayekî di nava hewldanan de ne, ku “Derawîşên Gonabadî” wekî ajanê Amerîka û Îsraîl û Birîtanyayê bidin nasîn.

Piştî pevçûna roja Duşemiyê 30`ê Rêbendanê di navbera “Derawîşên Gonabadî” û hêzên polîs û kincşexsiyan, ku bû sedema kuştina çend kes ji hêzên rejîmê, û herwisa 300 kes ji “Derawîşên Gonabadî” jî hatin destbiserkirin, berpirsên ewlehiya rejîmê hewl didin ku vê nerazîbûna giştî vegerînin ser hebûna desteke derekî.

Mihemedelî Mowehidiyê Kirmanî pêşnimêjê Înê ê Tehranê roja 4`ê Reşemeha sala 1396`an bi sedema serkut û destbiserkirina “Derawîşên Gonabadî” destxweşî li polîsê Tehranê kir.

Navbirî “Derawîşên Gonabadî” wekî cinayetkar bi nav kirin, û daxwaz ji berpirsên Dezgeha Dadwerî kir ku bi tundî reftar digel wan de bê kirin, û cezaya herî giran ji wan re diyarî bikin. Herwisa pêdagirî kiriye ku meselyên emniyetî tiştek wisa nînin ku bi hêsanî ew jê xweş bin.

Hevdem digel axavtinên pêşnimêjê Înê ê Tehranê, Ehmed Elem El-huda pêşnimêjê Înê ê Meşhedê di axavtinên Îniya borî de “Derawîşên Gonabadî” wekî terîqetekê bi nav kiriye, û ragehandiye ku wan can û namûsa xelkê kirine armanc.

Ne tenê pêşnimêjên mizgevtan belkû berpirsên Spaha Pasdaran û berpirsên ewlehiyê jî “Derawîşên Gonabadî” wekî hêza Amerîka û Îsraîlê bi nav kirine.

Çavkaniyên nêzî “Derawîşên Gonabadî” bas ji vê dikin, ku di dema pevçûnên herêma “Golistan” de 40 kes bi giranî birîndar bûn, ku di nexweşxaneya “Xatem El-enbiya” de, di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Şer û pevçûna “Derawîşên Gonabadî” û polîs û Spaha Pasdaran, êvariya Duşemiyê 30`ê Rêbendanê piştî nerazîbûna “Derawîşên Gonabadî” ên hejar, bi destbiserkirina kesek ji wan bi navê Nê`imetullah Rêyahî li pêşberî kelanteriya Pasdaran de çê bû.