Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî mêjîn yê PDKÎ koça dawiyê kir

21:33 - 25 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Pêşmergeyekî mêjîn ê PDKÎ di temenê 60 saliyê de, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Necmedîn Cebarî pêşmergê mêjîn ê PDKÎ xelkê gundê Xurasb a ser bi navçeya Mergewera Urmiyê, roja 4`ê Reşemehê di temenê 60 saliyê de koça dawiyê kir.

Necmedîn yek ji pêşmergeyên naskirî yên PDKÎ di navçeya Mergewer de bû, ku her di destpêka şoreşa gelên Îranê de, û piştî eşkerebûna xebata PDKÎ, bû pêşmerge di navçeya Urmiyê de.

Navbirî pêşmergeyekî bivec, dilsoj, û bawerhesinîn bû, lewra hertim li jêr zexta hêzên rejîmê de bû, û malbata wî jî hertim hatine azardan, bi awayekî ku di bin îşkenceyê de, hevjîna navbirî tûşî nexweşiyê bû.

Rejîmê gellek hewl da ku hevrê Necmedîn teslîmî xwestekên xwe bike, lê tu carî nekarî bi ser vîna hesinîn ya navbirî de zal be.

Hevrê Necmedîn xwediyê çend şehîdên serbilind e jî, ku riha xwe goriyê gel û welatê xwe kirine.

Navbirî mixabin piştî nêzî 40 salan xebata bêrawestiyan û dana nirxên giran di pêxema nîştimana xwe de, bi sedema nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir.

PDKÎ tevî eşkerekirina xem û dilgiraniya xwe, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî, û xwe şirîkê xemên wan dizane.