Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mistefa Hicrî di merasima bidawîhatina kongireya 16`an de axavtinek pêşkêş kir

15:00 - 28 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî lêpirsrawê giştî ê PDKÎ di rêûresma bidawîhatina 16.mîn kongireya PDKÎ de, baseke têr û tejî û balkêş li ser birêveçûna serkevtiyane ya kongireyê kir, ku deqa vê axavtinê weha ye:

Hevalên birêz!
Xelkê têkoşer û demokratperwer ê Kurdistanê!
Kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ!

Serkevtina kongireya 16`an, kongireya “Rasana Rojhilat” li we pîroz be


Xûşk û birayên rêzdar, bi xweşî ve kongireya 16`an kongireya “Rasana Rojhilat” piştî heyamekê derengketinê dawî bi karên xwe anî. Ew kongire wekî ên borî ên PDKÎ hinek serkevtin û tiştên nû li pey xwe anîn, ku ezmûna hizba me û herwisa xebata li Rojhilata Kurdistanê dewlemendtir kir.

Deskevtên vê kongireyê hekî ez bi kurtî îşareyê pê bikim, berî her tiştî dixwazim îşarê bi emniyeta kongirê bikim, ku bi silametî bi dawî hat. Em agehdar bûn ku rejîma Îranê çend mehan berî kongirê bi hûrî ve çavdêriya hizba me dikir, da ku dem û cihê kongirê bizane, heta di rojên dawiyê de ku her tişt amade bibû em neçar bûn ku li jêr gefên rejîmê û metirsiyên wê de, cihê kongireya xwe biguherin, lewra çend rojan ew kongire derengtir ket, ji vê roja ku me diyarî kiribû.

Lê ew serkevtina di warê emniyetî de aliyê kêm deskeveke mezin bû, û aliyê kêm ezmûneke bihêz bû, ew ezmûna ew bû ku hemû yên ku, di karûbarê kongireyê de tekoşîn dikirin, û çalak bûn, hewl dan û karîn ku cihê kongireyê nihênî (nepenî) ragirin. Em spasiya hemû wan kesan dikin ku derheq parastina kongirê gellek hewl dan, hemû ew kadr û pêşmergeyên ku wek nûner beşdar bûn û ên wekî parêzer beşdar bûn, û heta malbatên kempa Cêjnîkanê ku di van çend rojan de, alavên teknîkî wekî telefon û înternêt bi kar neanîn.

Lewra ew ezmûn girîng bû ku hekî em bi hev re kar bikin, em dikarin di hemû waran de serkevtinên mezin û berçav bi dest bînin.

Ji bilî vê yekê gellek kesan kar kirin da ku kongire bi başî bi rê ve here. Yên ku parêzer bûn, li jêr baran û sermayê de kongire parastin, berpirsên Asayişê û pêşmergeyên Asayişê ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, û organên pêwendîdar bi karê kongrê di hizbê de, û malbatên kempa Cêjnîkanê û pêşermgeyên ku karê ajotvaniyê û aşpêjiyê dikirin, hemiyan dest dane dest hev û bûne sedema serkevtina kongireya me. Xaleke din asta bilind ya basên kongirê bû, ez ku berê di kongireyên hizbê de beşdar bûme, derheq basên ku nûnerên kongireyê kirin, wê carê li ser her sê terhên amadekirî, wekî raorta siyasî ya Komîteya Navendî û bername û peyrew û terhê guhertin di pêkhateya siyasî ya hizbê de, beşdaran di asteke bilind de, lêkdanewe û şirove li ser kirin, û bi vî rengî ew sê terh dewlemendtir kirin.

Xaleke din denganîna hejmara endamên jin bû ku li çav kongireyên din gellek berçav bû. Hekî di kongireya pêşîn de bo 20 kesan endamên rêberî, 2 nûner hebûn di nav jina de, vê carê ji 10 nûneran me du nuner hene, yanî %20. Herçen eva cihê razîbûnê nine, lê li gora pêştir cihê kêfxweşiyê ye. Di rastî de çalakiya nûnerên endamên hizbê di nav jinan de, derheq basên kongireyê de cihê dilxweşiyê bû. Lewra ez dibêjim heqê wan bû ku zêdetir jî deng bi wan bihê dan, lê her eva ku em pêngavekê çûne pêş, cihê dilxweşiyê ye. Em hêvîdar in ku ew pêngav rêxweşker be, bo pêngavên me di kongireyên din de.

Hêjano!

Bi boçûna min, me serkevtineke nû ya din bi dest xist, ku pêkanîna guhertinê di sîstem û pêkhateya PDKÎ de bû. Gellale (Terh) heyama du salan bû di nava rêberî û bedeneya hizba me de behs li ser dihate kirin, bi cudahiya boçûnan, me karî ku di rêberiyê de, li hev bikin ku ew gellaleya ku hatibû pêşkêşkirin, bibe ya Komîteya Navendî, û di dawiyê de di kongireyê de bê pesendkirin, ew mesela ji du aliyan de nû bû, û serkevtin pê ve xuya bû. Yekem eva ku me karî em vê têgihîştinê di nava kadr û endamên rêberiya xwe de bibînin, ku bi hebûna cudahiya bîr û boçûnan li ser pirsên teşîklatî û pirsên girîng ên hizbê, em li hev bikin û di berjewendiya hizba xwe de vî terhî dewlemendtir bikin.

Xala duyem her di vî warî de ew bû ku PDKÎ wekî hizbeke pêşkevtî û îroyîn û serdemiyane piştî wan pêngavên ku şehîdê me yê mezin Dr. Qasimlo li salên dawiya 40 û destpêka 50-an, ku vegeriya Îraqê, û bi nivîsîna bername û peyrewa navxwe karî ku PDKÎ ji îzolebûn û ji lawaziya teşkîlat û siyasetê rizgar bike, û dubare riheke nû pê bibexşe, û PDKÎ bigehîne asteke nû ji bilindî û pêşkevtinê, ji wê demê ve heya niha eva yekem car e ku guhertin di pêkhateya siyasî û teşkîlatî ya hizbê de pêk tîne, li ser bingeha guhertineke serdmeiyane, ku pêk tê ji dabeşkirineke deshilatê wekî esleke girîng ya demokrasiyê di vê serdemê de, ku qebzekirina deshilatê ji aliyê hikûmetan û ji aliyê sîstemên paşvemayî ên deshilatên herêmê ve, kuştin û birsîtî pêk aniye. PDKÎ pêngaveke nû hilgirt, renge ku ew pêngava nû armanca me hemiyan nebe, lê derwazeyeke nû hatiye vekirin bi rûyê guhertineke bingehîn de, ku hêvîdar im em di qonaxa di navbera kongireya 16-17-an de, ne tenê her kêmasiyên vê gellaleyê dîsan bi lihevkirinê çareser bikin û pêşve bibin, belku di kongireyên bê de jî em çend pêngavên din di warê parvekirina dehsilatê de herin pêş.

Ez li ser vê baweriyê me ku ew pêngava PDKÎ wê bibe xaleke guhertinê di dîroka PDKÎ de. PDKÎ ji hewcehiyên serdem û guhertinên herêm û Îran û Kurdistanê di hemû beşan de têgihîştiye, û li gora wê jî, bona xwe rêkxistina digel wan guhertinan, pêngavên hewce hilgirtine, pêngavek ku hizba me hevaheng bike digel Rasana Rojhilat, ku em bikarin Rojhilat bikin çeqa xebatê, rojhilatek ku dibe bibe kangeha xebatê li dijî rejîma Îranê bona bidestxistina mafê azadî û bexteweriya xelkê xwe.

Guhertinek ku xelk wir bi çeqa xebatê dizane. Çiya wekî pêşmerge piştevanê bajar dibe. Çiya û bajar hevdu tekmîl û tewaw dikin, û pêkve ber bi azadiya Kurdistanê pêngavan davêjin.

Hekî di sîstema pêşîn de hemû deshilat li ber destê yek organî û Komîteya Navendî bûn, niha aliyê kêm deshilat dabeş bûye di navbera du oranan de, du navendan de, yek Navenda Siyasî ye, ku dibe yasayê danê, û yasayên ku hizb dibe kar pê bike, û organên Çavdêrî û Hilbijartin ku li jêr çavdêriya vê de kar dikin, erkên xwe bi rê ve dibe.

Navenda din Desteya Kargêrî ye, ku karên “îcrayî” ên hizbê li jêr rênîşndana wan yasayan de ku Navenda Siyasî made dike, bi rê ve dibe.

Em li PDKÎ de wek pêştir min îşare pê kir, me behsek dûr û dirêj hebûye li ser lihevkirina li ser vî terhî ku bibe cihê hêviya hizba me. Me bi diyalogeke demokratane karî ku vê armancê bipêkin.

Her yek ji me ew maf hebû ku wekî dijber yan alîgir li ser vî terhî baxivin, û me qise jî kir. Min gellek caran bas kir ku hemû ewên li ser vî terhî qise dikin, hemû jî li rûyê dilsojî û dîtina baştirîn riyan e, niha jî li ser vê baweriyê me, lewra yên ku dijî vî terhî bûn, û yên alîgir bûn, pêkve hewl dan ku vî terhî dewlemendtir bikin bi pêşniyarên xwe. Lê bi xweşî ve niha ew gellaleya bûye bernameya hizba me, di kongireya 16`an de, û rênîşanderê karê me hemiyan e, bi alîgir û dijberên vî terhî ve. Lewra ez vê şiyanê di PDKÎ de dibînim ku em hemû pêkve dest bidin destê hevdu bona pêşvebirina vê bernameyê.

Bê guman di piroseya bikiryarkirina vî terhî de, astengî wê bêne pêş. Jiber ku ezmûnek nû ye. Lê kongireyê rê nîşanî me daye ku em çawa bikarin kêşeyên xwe çareser bikin û riya pêşveçûnê pêngav bi pêngav xweş bikin.

Hevalên min ên hêja!

Em demekê dikarin bêjin ku serkevtina me tewaw e, ku em bikarin di piraktîkê de jî, vê bernameyê bi rê ve bibin. Yekem pêngava serkevtinê dabeşkirina deshilatê bû. Navenda Siyasî wekî navenda biryardanê û yasadanînê ye. Herwisa yekem pêngav bû ku di heyama dehan salên borî de, ku di navenda biryardanê jinan piraniyek bi dest aniye, li çav kongireyên berê. Ji bilî vê yekê Navenda Siyasî bo yekem car organek e ku kesên xwedîşiyan û pispor di nava endamên kongireyê de karîn xwe kandîd bikin, herçend kadr û pêşmergê tewaw wext ê PDKÎ nebûn. Eva yekem pêngava vî terhî bû ku derî vekir bo kesên şareza bona vê ku bên û li pêşvebirina PDKÎ de beşdar bin. Eva destpêka pêngavekê ye ku PDKÎ dixwaze kesên di nava alîgir û endamên hizbê de, heta kesên li derveyî hizbê lê demokrat û azadîxwaz bîne nava refên PDKÎ de, û wan di bin sîvana hizbê de kom bike, bo vê ku xebata Hizba Demokrat bibin pêş. Ez hêvî dikim cardin em hemû bikarin pêkve bi hêz û şiyana xwe ku hêz û şiyaneke zor e, di kongireya bê de şahidê serkevtinên gellek meztir û afirandina îde û bernameyên gellek zindîtir û serdemiyanetir bin. Min guman tê de nine ku PDKÎ û xebatkarên Rojhilat zerfiyetên ji vê meztir jî hene, û em himbêza xwe ji bo wan vedikin, ew hizba vî xelkî ye, û ji vê zêdetir hizba demokrat di çarçoveya hejmarek kadr û pêşmerge de girêdayî namîne, xebata me xebateke dijwar û bixwîn e, li hemberî rejîmeke paşvemayî û kevneperest de, ku mezintirîn dijminê Kurd e li hemû cîhanê de. Bona vê ku em xebata xwe li hemberî vê rejîmê de bibin pêş, me pêwîstî bi hêza hemû azadîxwazekî heye, ne tenê li Rojhilata Kurdsitanê belku di hemû beşên Kurdistanê de. Min pê xweş e ku vê yekê jî zêde bikim, ku bi berçavgirtina pêwîstiya alîkarî û karê hevbeş, digel hizbên opozisyona Îranî ên Kurd, û ên Îranî kongire hemû astengî vêde dane, destê Navenda Siyasî vekirî hêlaye ku her demekê bi qazanc bizane digel wan aliyan pêwendiyê bigre, karê hevbeş bike, û li dawiyê de bikare bigihîje pêkanîna eniyeke hevbeş bona giştîtirkirina xebatê û bi cemawerîkirina xebatê di Rojhilata Kurdistanê de.

Bi giştî hekî ez kurt bikim gotinên xwe, eva ye ku em hemû wekî alîgir û endam û kadr û pêşmergeyên PDKÎ, em dilxweş in ku ew kongire bi serkevtineke tewaw ve bi dawî hat.

Serkevtina dawî, lê wê demê ye ku em hemû pêkve ew erkên ku kongirê xistine ser milên me, her yek ji me, em li gora şiyana xwe bibin pêş, û xatircem im ku hemû ew riyên ku me han didin bo vê şêweya xebatê, emê bigrin pêşiya xwe.

Lê derheq xwe, wekî pêşmergeyekî vê hizbê hez dikim ku li wir ragehînim, rû li kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ, çi yên ku li dijî gellaleyê bûn, yan jî ên ku digel de bûn, ez xwe bi lêpirsrawê giştî ê hemû vê hizbê dizanim bi hemû bîr û boçûn û cudahiyan ve, (dengê çepikên beşdaran).

Himbêza min vekirî dibe ji bo hemû wan hezkiriyên ku amade ne di vê riyê de û di vî warî de, kar û tekoşînê bikin, ez destê yarmetî û kar û tekoşînê bo we hemiyan dirêj dikim, û hêvîdar im û xatircem im ku her wekî ku we di vê kongireyê de bi dengekî bilind bersiva erênî we da vê guhertininê, hûn jî her vê bersivê bidin.

Hevalno!

Bila em ji guhertina netirsin, tirs û nîgeranî ji dugmbûnê, ji razîbûna bi rewşa heyî, ew şikurdarbûn e bi vê jiyana ku me heye, lê em şoreşger in, şoreşger dibe ku guhertina pêk bîne, wateya şoreşger yanî pêkanîna guhertinan, guhertina ber bi pêşve, û ber bi serkevtinê. Erk û wezîfeya me pêşveçûn û ber bi serkevtinçûnê ye, hêvî dikin ku ew kongireya pirr deskevt bibe destpêkeke nû ji serkevtina hizba me di xebata gelê me di Rojhilata Naverast de, û bibe mînakek di dabeşkirina deshilatê di nava kar û têkoşan û îradeya bihêz, di xizmetkirina bi armancên gel û nîştimana me de.

Her serkevtî bin, sax û silamet û serkevtî bin, di xizmetkirina bi gel û nîştimana me de.

Gellek spasiya we hemiyan dikin.